Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Hanoverê yê Almanyayê tevgereke hunerî ya baş a Kurdî heye.
Yek ji wan kesên ku bala gelek kesan kişandiye malbateke hunerî ye.
Bav û keçek in ku her yek ji wan hespê xwe di qadeke hunerî de bezandiye, ew her du hunermend Burhan Qeredaxî, nivîskar û şanoger, her wiha keça wî bi navê Tavê Burhan a stranbêj, mêvanên studyoya Diyasporayê ya li Almanyayê bûn.
Nivîskar û şanoger Goran Qeredaxî wiha behsa xwe kir:
“Navê min Goran Qeredaxî ye, li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ji dayik bûme. Destpêka karê min ê hunerî ji Peymangeha Hunerên Bedew a Silêmaniyê dest pê dike.
Min beşa derhênanê kuta kiriye, piştre min digel çendîn koman karê şanoyê kiriye. Heta sala 2016an hatim welatê Almanyayê û li Hanoverê bi cih bûm.
Min kariye 14 pirtûkan binivîsim û zêdetirî 40 heta 50 karên şanoyê pêk bînim.
Cihê xweşbextiyê ye ku min du caran xwendina xwe di warê şanoyê de temam kiriye, yek ji wan di şanoya Pîtagogê de min xwendiye. Her li vir li Almanyayê li bajarê Hanoverê Têater Arbayit, yanî min karê şanoyê xwendiye.”
Stranbêj Tavê Goran Qeredaxiyê jî got:
“Ez ji malbateke hunerî hatime, bavê min Burhan Qeredaxî ye û ji aliyê malbata dayika min ve, malbata Refîq Çalak in ku ew jî bi stran û dengxweşiyê tên naskirin.
Min li dibistana Fransî li Silêmaniyê xwendiye û dema hatim vir, min dîploma xwe li Înternational Schoolê kuta kir.
Demeke dirêj e ez ji strangotin hez dikim, ez bi pênc zimanan dikarim stranan bibêjim: Fransî, Kurdî, Îngilîzî, Almanî, Erebî.”
Naveroka hevpeyvîna Burhan Qeredaxî û Tavêya keça wî di bernameyê de:
Rûdaw: Pir pir bi xêr bên Kak Burhan û Tavê xan, li gorî nerîta Kurdewarî divê em ji yê mezin dest pê bikin lê dizanim Kak Burhan jî pê xweş e ku çav zêdetir li ser Tavê bin. Tavê dengê te maşellah lê be, gelekî gelekî xweş e bi rastî, min gelek caran jî guhdarî lê kiriye, li vir jî me behsa te kiriye û me gotiye divê rojekê Tavê were û li ser vê maseya me rûnê. Cara yekem, derketina te ya yekem li ku derê bû?
Tavê Burhan Qeredaxî: Derketina min a yekem li gel min bû, min wekî zarok stran ji xwe re digotin, li ber neynikê min stran ji xwe re digotin, ji hevalên xwe re li dibistanê min stran digotin, ji her kesê ku min nas dikir ez amade bûm stranekê jê re bibêjim, êdî min bi vî rengî dest pê kir.
Rûdaw: Cara yekem tu kengî li ser dikê derketî? Kengî zanîn ku ev bi rastî dengxweş e?
Tavê Burhan Qeredaxî: Cara yekem ku ez li ser steyjê derketim, yek ji şanoyan bû ku bavê min beşek ji lîstikvanekî da min û min karî lîstika wê bikim û hinekî jî stranan tê de bibêjim. Wê demê zanîn, bi rastî nayê bîra min, ji ber ku ez pir pir zaro bûm, pênc an şeş salî bûm, ez gelekî piçûk bûm.
Rûdaw: Kak Burhan wekî ku min got, şanogerekî navdar î, te benderek pirtûk nivîsandine, xelkê Silêmaniyê jî te pir baş nas dikin, bêguman Kurdistanê jî di warê şanoyê de. Çima Tavê nebû şanoger? Te ew anî nav şanoyê stran gotin, lê paşê bû stranbêj.
Burhan Qeredaxî: Çima Tavê rêça min wernegirt? Rast e, Tavê di çend karan de heta di fîlmên kurt de jî lîstikvanî kiriye lê di Newrozê de, li baxçeya zarokan stran ji Newrozê re got û me guhdarî kir, dengê wê xweş bû, ev zarok e û wiha kir ku paşê ji bo dibistana Fransî a Danyal Mîteran li Silêmaniyê stranek bi Fransî ji bo reklama wê dibistanê got.
Eger ez ne şaş bim Înopê û rojeke wisa navekî wisa hebû, dengvedaneke gelek baş hebû. Paşê me hest kir ev rêça, bila em bibêjin ji dayika wê ve, rêça kes û karên dayika wê, û rehmetî Refîq Çalak, kesekî navdar ê Kurd û wekî hunermend û wekî kesekî diyar û bi helwest ku rola wî mezin bûye û dengekî xweş bûye di nav Kurdan de.
Me hest kir ev behre ji wir ve ji vê zarokê re hatiye, ev dengxweşî di wê de heye, çima em bi pêş nexin? Rabû min sazek jê re kirî û bi rastî êdî ez bûm hander jê re di vî warî de û min mamoste jê re dît ku sazê lê dida, êdî bi vî rengî dest pê kir û derbasî vî warî bû.
Rûdaw: Ne tenê strangotin e, ne wisa? Lîstikvanî jî heye wek ku bavê te behs kir, muzîkjenîn jî, û ne tenê saz e, tu çend amûran dijêne? Piyano, drums, gîtar? Kîjan ji wan zêdetir, wek ku tê gotin, ji ruhê te ve nêzîk e, ji dilê te nêzîk e?
Tavê Burhan Qeredaxî: Ji ruhê min nêzîk be, piyano û saz e. Yekem tişt saz e, ji ber ku niha ez ji Kurdistanê dûr im û ez dixwazim Kurdî û Kurdistan di dilê xwe de biparêzim, berdewam bim li ser stranên Kurdî û muzîka Kurdî di dilê xwe de biparêzim, û nîşandana çanda me ji bo min gelekî girîng e ku ez nîşanî çandên din bidim.
Rûdaw: Kesên di temenê te de, gencên me hene - ev jî heta radeyekê ne tiştekî xirab e, ji ber ku hezkirina muzîkê tu dizanî berfireh e, cîhanî ye - hene di wî temenî de hez dikin tiştên nêzîkî stîla vê derê bibêjin, yên rojavayî bibêjin. Lê mirov dema guhdariya te dike, tu hewl didî Kurdiya xwe bi paqijî bihêlî û niha te behsa saza xwe kir. Dema tu hatî Almanyayê, ev neguherî? Te hest nekir ku divê tu zêdetir rojavayî bibî?
Tavê Burhan Qeredaxî: Dema ez hatim vir, min wekî derfeteke gelekî baş dît ku ji çanda vir jî hîn bibim. Di operayê de, min sê salan bi taybetî opera xwend, jazz bi xwe, pop bi xwe. Rast e ku divê em çanda xwe biparêzin lê baş e jî ku tu wekî hunermendek, wekî ku tu her cûre hunerekê dikî ku ji cûreyên hunerî jî fêm bikî ku tu jê bizanibî û baş e ku tu ji her tiştî di hunera xwe de agahdar bî û çanda xwe biparêzî, tu dikarî digel çandên din têkel bikî.
Rûdaw: Tu dibêjî ez bi pênc zimanan stranan dibêjim. Niha dizanim ku bibêjim kîjan tu dibêjî? Bi Xwedê, Kurdî. Lê piştî Kurdî?
Burhan Qeredaxî: Beriya wê jî Tave jêhatîbûneke din heye ku eşkere nekiriye. Pirtûkeke wê ya helbestan bi zimanê Îngilîzî amade ye ku dê di demeke nêzîk de bê çapkirin.
Rûdaw: Kek Burhan, dibînim tu pir pir guh didî wê. Bi rastî, min li ser torên civakî jî lê mêze kir. Pir bi te girîng e ku Tavê bi ser bikeve. Tavê bi ser bikeve. Li nexweşxaneyê distrê û dibêje dê belav bike. Di xweşiyê de, di ahengeke mezin de belav dike. Wekî bavekî gelek kes hene, dibe ku bav be, ne bi dilê wî be ku keça wî stranbêj be, keça min dev jê berde û bixwîne, tu çi ji wan re dibêjî?
Burhan Qeredaxî: Eger em bixwazin civaka xwe bi pêş bixin, divê em ên bi şiyan derxin pêş xwe. Ez divê vî deriyî ji bo Tavê vekim da ku ew bi perwerdeyeke tendurist mezin bibe.
Dengê wê ne tenê dengê min e, ev dengê neteweyekê ye, dengê êşa neteweyekê ye, dengê Enfalê ye, dengê kîmyabaranê ye, dengê neteweyekê ye ku tijî trajedî ye. Lewra divê ez piştgiriya Tavê bikim û ew bi awayekî tendurist mezin bibe.
Em civakek in ku gelekî êş kişandiye û em civakek in ku gelek tiştên me yên xweşik hene. Hunera me yê stranê rengîn e, ev rengînî di demokrasiya me, di siyaseta me, di xwarina me, di jiyana me ya civakî û di hunera me de jî heye.
Rûdaw: Te tiştekî girîng got. Niha hûn li ser pirtûkeke nû dixebitin. Ez dixwazim ku em heqê bavê te nexwin û em behsa vê pirtûkê bikin beriya ku dema bernameyê biqede. Ew pirtûk çi ye û çima bi ya te ji bo Kurd û dîroka hunerêa Kurdî girîng e ku were weşandin?
Burhan Qeredaxî: Bi rastî em dikarin bibêjin ku ev pirtûk "Bûka Baranê" yan jî "Bûkika Bûka Baranê û Şanoya Bûkikê" ye. Ez dikarim bibêjim ev yek ji wan pirtûkan e ku girîngiyê dide kelepûra Kurdî, kelepûreke ku dike were jibîrkirin, kelepûrek ku êdî tozê digire û em ji bîr dikin.
Bûka Baranê yek ji bûkikên herî Kurdî ye ku li ba ti neteweyeke nêzî me yan cîrana me nîne, ya me bi xwe ye û divê em vê biparêzin. Bo nimûne rêûresma Bûka Baranê bi xwe şanoyî ye.
Zarok bûkike keçîn çêdikin û li gund digerin û dibêjin "Hey yaran û mey yaran" û daxwaz dikin ku baran bibare û ziwahî û hişkesalî nemîne. Ev behsa jiyanhezî û jiyana xwezayî dike. Ji vir ve ez li ser vê bûkika Kurdî û li ser bûkikên wekî "Bêl Bêlava", "Bawe Newroz", "Koçewe" yan "Koçe Ba" xebitîm ku ev bingeha bûkikên Kurdî ne.
Her wiha bûkika daholê jî heye. Bêguman ev bûkikên ku tên nîşandan û kar û xebatên hunerî pê tên kirin, ev bûkik bi destê Kurdan çêkirî ne û kelepûra Kurdî ne. Lewra em dikarin di forma şanoya bûkikan de festîvalan ji wan re li dar bixin û şanoya bûkikan bi hêz bikin.
Di hemû cureyên şanoya bûkikan de, wek bûkikên destkêş, bûkikên bendê (marîonet), bûkikên sîber û bûkikên darîn, bûkikên mêxik û hwd, em dikarin li ser van bixebitin.
Em dikarin festîvalekê li dar bixin û vê rîtûala Kurdî, vê rêûresma Kurdî ya xweş a Bûka Baranê di nav Kurdan de cîgir bikin û ji UNESCOyê daxwaz bikin ku wekî rêûresmekê were parastin, her wekî çawa Newroz niha tê parastin. Neteweyên din ên li dora me zêdetir sûd ji vê wergirtine.
Rûdaw: Bi tevahî ji bo zarokan, da ku ziman, çand, dîrok û rabirdûya xwe biparêzin û ji nifşê nû re bihêlin. Ev projeya ku tu qala wê dikî projeyeke neteweyî ya mezin e. Kingê dê were weşandin?
Burhan Qeredaxî: Pirtûk wekî nivîs temam bûye. Pêdivî bi dîzayneke baş heye û dergeha weşanê jî pêwîst e da ku bi hejmareke zêde were çapkirin. Rast e, eger ez bi xwe çap bikim, dibe ku ez hezar libî çap bikim an dezgeheke biçûk hezar libî, lê divê ev pirtûk bigihîje hemû deverên Kurdistanê, ji Rojhilat heta Bakur, ji Rojava heta Başûr û bi taybetî jî ji bo zarokxaneyan.
Min gelek kar li ser şanoya zarokxaneyan kiriye û teksta me jî bi tevahî pedagojîk û perwerdeyî ye ji bo Kurdan.
Rûdaw: Burhan Qeredaxî, nivîskar û şanoger, û Tavê Burhan, stranbêj. Xwedê we ji hev re bihêle, Xwedê we ji me re jî bihêle ji bo hunera Kurdî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse