Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka “Karnameya Ardaxşîrê Kurê Pabag”ê ya ku Huseyîn Kaytan wergêr û amade kiriye ji Weşanxaneya Avestayê derket.
Karnameya Artaxşîrê Kurê Pabag, destnivîseke kurt e li ser damezirandina dewleta Sasaniyan bi kar û çalakiyên Artaxşîrê Yekem (z. 180-242).
Wisa diyar e ku destnivîsa yekem a orîjînal di salên dawî yên împaratoriya Sasan de hatiye nivîsandin û pişt re gelek caran hatiye kopîkirin û ev nusxe ji aliyê Mîhrebanê Key-Xusrew li bajarê Gujarat ê Hindistanê di sala 1322yan de hatiye nivîsandin.
Mijara vê destnivîsê şerên navxweyî yê kurdan e. Li destpêka sedsala sêyem a zayînî ku aliyekî wan rojperest in û di sîberê dewleta Partan de xwedî pergaleke konfederalî ne, aiyê din jî ku Ardaxşîrê yekem pêşengiya wan dike, zerdeştî ne û armanca wan ew e ku hemî desthilat û dewlemendiyan di destê yek hikumdarî de kom bikin û dewleteke navendî ava bikin, da ku bikaribin pêşî li berbelavbûna êrişkar a împaratoriya Roma ber bi Rojhilatê ve bigrin.
Nivîskarê vê beşa ku hatiye wergerandin û berdestê we ye, Darab Destur Peşotan Sancana (1857-1931), ji binemalê ve zerdeştî ye û hem rêveberê civaka zerdeştî bûye li Hindistan û hem jî mamoste û rêveber bûye li Medreseya Zerdeştî ya li Bombay. Ew wek pisporê sereke yê zimanê pehlewî yê dema xwe, di sala 1896an de cara yekem ev “Karname” ji tîpên aramî yên destnivîskî transkrîpte kiriye bo tîpên latînî û wergerandiye zimanê ingilîzî.
Huseyîn Kaytan ev metna girîng a dîrokî ji Îngilîzî û Pehlewî wergerande Kurdî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse