Festîvala Fîlman a Cûdiyê hat lidarxistin

30-05-2024
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Cûdiyê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 2yemîn Festîvala Fîlman a Cûdiyê ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hat lidarxistin.

Di festîvala ku 26 fîlm tê de hevrikî dikir, fîlma Mahsum Taşkin a bi navê “Bin Bir Gecer” hêjayî Xelata Herî Baş hat dîtin.

Xelata duyemîn jî ji fîlma Muaz Guneş a bi navê "Hêk" re hat dayîn û xelata sêyemîn jî fîlma Semiha Yildizê ya bi navê Cûdiya Mirada wergirt.

Xelata Taybet a Juriyê jî derhêner Ramazan Ayan wergirt.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş bi bîr xist ku Zanîngeha Şirnexê par bi Festîvala Fîlman a Cûdiyê re kedeke nû li çand û hunera bajar zêde kir û got:

“Me li fîlmên pir baş temaşe kirin. Ez careke din spasiya hemû hevalên xwe yên ku keda xwe di festîvalê de heye û hemû hunermendên me yên ku fîlm şandin Festîvala Fîlman a Cûdiyê dikim.

Ez derhênerên me yên ku bi biryara endamên jûriyê xelat wergirtine pîroz dikim.

Hedefa me ew e ku em vê festîvalê bikin festîvaleke navneteweyî.

Em dê ji vê rojê û pê ve ji bo vê armancê bixebitin.

Yek ji baştirîn rêyên danasîna bajarê me sînema ye. Em dikarin bi fîlman nirxên xwe yên civakî, çandî, xwezayî û çandî herî baş îfade bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst