Hewlêr (Rûdaw) – Di ser koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek re 52 sal derbas bûn.
Hesen Zîrek wekî “hunermendê neteweyî yê Kurdistanê” tê binavkirin.
Hesen Zîrek ku yek ji strêkên geş ên çand û hunera Kurdî ye, sala 1921ê li qezaya Bokanê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.
Hesen Zîrek hem stran gotine û hem jî tekst û awaz ji stranên xwe re amade kirine.
Ji ber dengê wî yê xweş û hunera wî ya astbilind, Zîrek li her çar parçeyên Kurdistanê gelekî naskirî û navdar e. Bi taybet jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek kes guhdariya stranên wî dikin.
Hunermendê navdar her ji zaroktiya xwe ve stran gotine û ji ber ku gelekî jêhatî bûye, wekî Zîrek hatiye naskirin.
Hesen Zîrek ji ber bûyerekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û sala 1953yan diçe Bexdayê û li Radyoya Bexdayê dixebite.
Hesen Zîrek li Bexdayê hunermendekî din ê Kurd ê navdar ê bi navê Elî Merdan dibîne û wê demê cara ewil stranekê li radyoya Bexdayê tomar dike.
Paşê çend berhemên din jî li heman radyoyê qeyd dike.
Hunermend Hesen Zîrek sala 1958an vedigere Îranê û li Radyoya Kurdî ya Tehranê, Radyoya Kirmaşanê û Radyoya Tewrêzê dixebite û stranên xwe qeyd dike.
Hesen Zîrek heman salê medyakara Kurd Mîdya Zendê nas dike û bi wê re dizewice û du zarokên wan ên keç hene.
Zîrek di stranên xwe de helbestên gelek helbestvanên Kurd ên wekî Nalî, Wefayî, Pîremêrd, Hêmin, Seyid Kamîl, Kurdî û Herdî bi kar anîne.
Gelek stran û berhemên wî yên navdar hene, wekî Newroz, Wek Qumrî, Ketane, Hey Nar, Kirmaşan Şarî Şîrînim, Eman Doktor, Esmer, Yala Şofêr di nav xelkê de gelekî navdar in.
Hesen Zîrek bi hinek hunermandan re jî stran gotine, stranbêja Azerî Fatime Zergerî yek ji wan bûye û wan bi hev re strana Bê Doktor qeyd kiriye.
Hunermendê navdar ê Kurdistanê, 26ê Hezîrana 1972yan de li Bokanê koça dawî kiriye û li Bokanê jî hatiye veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse