Metîn û Kemal Kahraman li saloneke tejî konserteke nuwaze li dar xist

27-05-2024
Rawîn Stêrk
Metîn û Kemal Kahraman li saloneke tejî konserteke nuwaze li dar xist
Metîn û Kemal Kahraman li saloneke tejî konserteke nuwaze li dar xist
Nîşan Metîn û Kemal Kahraman Stenbol Konser
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Metîn Kahraman û Kemal Kahraman ku li ser asta cîhanê wekî yek ji grûbên herî naskirî ne di warê muzîka Kirmanckî/Zazakî de 30 salên xwe di hunerê de li dûv xwe hiştin.

Bi boneya 30 saliya hunera xwe birayên Dêrsimî li Stenbolê konserteke taybet û serkeftî li dar xist.

Di wê konsertê de ku grûba Mirazê jî li ser dikê bû, Metîn û Kemal stranên xwe diyarî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kirin.

Hola mezin ji hezkiriyên wan dagirtî bû û şeveke têr ji muzîk û koreografiyê bi rê ve çû.

Albûma wan a yekem di sala 1993an de derket û dengekî zêde veda.

13 albûm derxistine

Ji wê rojê vir ve 13 albûm derxistin û bi sedan konsert dan.

Metîn û Kemal li 50 welatan konsert dane û lêkolînên folklorîk jî dikin.

Demeke dirêj li sirguniyê bûn û paşê karîn vegerin Tirkiyeyê.

Derbarê muzîka wan Celal Karabulut got:

“Ew muzîka klasîk û ya modern tînin ba hev û gelekî serkeftî ne.

Ez jî hemşariyên wan im û gelekî xweş e ku muzîkê bi van enstrûmanên bilind dihonin. Ez wan bi hezkirin dişopînim.”

Cuneyt Onay jî got:

“Metîn Kahraman kirîvê min û dostê min ê malbatî ye. Ez diçim hemû konsertên wan û gelekî ji wan hez dikim û wan dişopînim.”

Seher Unalê jî got:

“Dema ez li wan temaşe dikim ez xwe bera nava cîhaneke din didim.

Ez gelekî ji muzîkê hez dikim, ne tenê Metîn û Kemal Kahraman lê ez hestên gelek cûda dijîm bi muzîkê xwe baştir hîs dikim.”

“Wekî ku ew me dibin demên berê”

Gulten Paksoyê jî diyar kir ku hesta muzîkê gelekî xweş e û got:

“Wekî ku ew me dibin demên berê û demên xweş.

Di zarokatiyê de hin deng hene di guhê me de mane û muzîka wan jî wisa ye.

Di gelek cîhan de min çavên xwe girtin û guhdariya wan kir.”

Li Hola Nimayîşan a Bostanciyê atmosfereke nûwaze ji bo 30 saliya wan hebû.

Koma Miraz jî bi wan re derket ser dikê û kesên beşdar şeveke taybet jiyan.

Herdû bira bi Kurmancî û Tirkî jî distrên û haziriya albûmên nû dikin.

Di konserta 30 saliyê de him ew bixwe û him jî mêvan bi coşeke mezin veqetiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst