Rastakê Şeva Yeldayê li Stenbolê konserekê bicoş li dar xist

23-12-2023
Omer Sonmez
Konser bi muzîk û dîlanê dagirtî bû
Konser bi muzîk û dîlanê dagirtî bû
Nîşan Rastak Şeva Yeldayê Stenbol Konser
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Îranî Rastakê, di 21ê Kanûna Pêşînê Şeva Yeldayê de li Stenbolê konserekê bicoş li dar xist.

Konser bi beşdariya hunermenda Azerî Çinare Melîkzadeyê, bi organizasyona Kompanyaya Global, li navçeya Beşiktaşê ya Stenbolê li Salona MKMyê ya Attîla Îlhanê hat lidarxistin.

Konserê 3 saetan dewam kir. Eleqe û beşdarî gelekî zêde bû.

Di konserê de çend stranên gelêrî yên Farisî, Kurdî, Tirkî û Azerî hatin gotin.

Konser bi muzîk û dîlanê dagirtî bû. Hejmarek zêde Îraniyên li Stenbolê, Kurd û Tirk li konserê amade bûn û li ber strananên komê bi coş û xiroş şa bûn.

Solîstên Rastakê ji Rojhilatê Kurdistanê ne

Koma muzîkê ya Rastakê, komeke ji hunermendên jin û mêr ên Îranê pêk tê ku solîstên wê ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Rastak stranên folklorî û resen ên hemû neteweyên ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn bi şêwazeke nû dijene.

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hatiye damezrandin û beşdarî gelek festîvalên cîhanî jî bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hezkiriyên Rastakê zêde ne.

“Em dixwazin li hemû herêmên Kurdan konseran saz bikin”

Solîstê Rastakê Behzad Moradî ji Rûdawê axivî û diyar kir ku ew  ew dixwazin li hemû herêmên Kurdan konseran li dar bixin û got:

“Silav ji bo Kurdên li tevahiya cîhanê. Ez bi zimanê Kurdî bi Kelhorî qise dikim. Me li Stenbolê konser li dar xist.

Beşdariyeke zêde hebû. Kurd bûn, Soran, Kurmanc, Zaza hemû hebûn. Em gelek şanaz in.

Hêvidar im em li her herêmên ku bi Kurdî tê axaftin karibin konser saz bikin.”

Endama Koma Restakê Dîna Dostî jî got:

“Gelek baş bû. Spas. Piştî salên dirêj ez car din hatim Stenbolê. Ya rast herî dawî di sala 2014an da hatibûm. Piştî evqas sal ez bi kelecaneke zêde hatim konserê.

Beşdar gelek bi coş bûn. Bawer im hejmareke zêde Kurd û Tirk jî li salonê amade bûn. Hêvidar im em careke din werin Stenbolê.”

“Şeva Yeldayê pîroz e”

Xwediyê Kompaniya Globalê Ekber Xwedadadî bi bîr xist ku Şeva Yeldayê şeva herî dirêj a salê ye û wiha domand:

“Ji bo gelên li Îranê dijîn, ji bo gelên Kurd, Îran û Azerbaycanê girîng e û ew vê şevê pîroz dikin.

Ji bo bibe pire û di nav gelan de piştevanî çêbibe em organizasyonên bi vî rengî saz dikin.”

Guhdarva Dondu Danaciyê jî got, “Em her daîm stranên Rastak guhdar dikin û dişopînin. Ji loma jî me xwest em werin konsera wan. Jixwe karên baş dikin.”

“Kalîteya muzîka Rastakê pir bilind e”

Muzîsyena Fransî Eleonore Fourniau ku stranên Kurdî distirê di konserê de wek guhdarvan amade bû.

Eleonore Fourniauyê diyar kir kalîteya muzîka Rastakê pir bilind e û got:

“Koma Rastakê ji bo min komeke pir hêja û baş e. Kêfa min gelek ji wan re tê. Ji her herêmê û ji her zimanî stran dibêjin. Kalîteya muzîka wan jî pir bilind e.”

Semennaz a guhdarvan jî got, “Ev cilûbergê Kurdî ye. Ev li herêma Senendec a Rojhilatê Kurdistanê ye. Rengê Şeva Yelda jî sor e. Ji loma min cilûbergê sor lixwe kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst