Diljen Ronî dê li Stenbolê konserekê li dar bixe

29-07-2023
Nîşan Diljen Ronî Konser Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e Diljen Ronî roja 5ê Tebaxê li Stenbolê konserekê li dar bixe.

Konsera hunermedê ji Cizîra Botanê dê 5ê Tebaxê saet 21.00ê li salona “The Wall Saloon & Performance”  ya Kadikoyê be.

Dê Diljen Ronî di wê konserê de stranên ji çar albumên xwe yên berê û singlên xwe bistrê.

Biletên Konsera Diljen Ronî li ser malpera Biletixê têne firotin.

Diljen Ronî kî ye?

Diljen Ronî sala 1981ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Cizîrê qedandiye.

Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye. Yekem car di 12 saliya xwe de bi dest tembûrê kiriye.

Piştî demekê malbata wî koçî Amedê kiriye û perwerdeha xwe ya dibistanê li wir domandiye.

Hin demên cuda li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) beşdarî dersên perwerdehê yên muzîkê bûye.

Piştî ku dest bi xwendina tipê kiriye li wir xebatên xwe yên muzîkê zêdetir kirine.

Diljen Ronî heta niha çar albumên bi navê Çend Gotinên Evînê, Du Demsal, Çile û Xewna Derew derxistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst