Jan Dost ji bo nivîsandina romana xwe ya nû diçe Cizîra Botan

18-09-2022
RÛDAW
Romanivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost romaneke nû belav kir
Romanivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost romaneke nû belav kir
Nîşan Jan Dost Cizîr Şerê Xendeqan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romanivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost, ragihand ku ew dê ji bo nivîsandina ronama xwe nû dê bo heyameke biçe li navçeya Cizîrî ya ser bi Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve bimîne.

Romanivîs Jan Dost pirtûkeke nû bi navê “Ew li benda berbangê ne” bi zimanê Erebî belav kiribû û ev roman ji bo zimanê Kurdî zaraveya Soranî hatiye wergerandin û îro jî hat belavkirin.

Jan Dost beşdarî bultena taybet a bo Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TVê bû û behsa pirtûka xwe kir.

Nivîskarê ji bajarê Kobanî, da zanîn ku ew romana wî ya herî nû siyasî ye û ji xeyal zêdetir xwe dispêre hinek belgeyan û behsa şerê xendeqan li Bakurê Kurdistanê dike û wî di dema sal û mehekê de nivîsandiye.

Jan Dost wiha behsa naveroka pirtûka xwe kir: “Roman behsa koka pirsa Kurdî li Tirkiye dike, ku çawa destpê kir. Hêdî hêdî tê damezrandina PKKê û paşê tê nakokiyên di navbera dewleta Tirk û miletê Kurd de û heta digihêje şerê xendeqan. Roman li wê derê fokusa datîne li ser wê qonaxa şerê xendeqan. Min xwest bi vê romanê, wî şerê xendeqan ê ku gelek behs nayê kirin, bînim ber çavên xwîneran û bibêjim çi li wê derê qewimî û çi encam da.”

Derbarê lehengên romanê de jî Jan Dost diyar kir ku çar lehengên sereke hene ku yek ji wan jineke Kurd e, di şerê xendeqan ê li Cizîra Botanê de şehîd bûye.

Jan Dost herwiha eşkere kir ku ew bixwe dê kurmanciya romanê binivîse û dê ji bo vê yekê jî here navçeya Cizîrê ya Şirnexê bimîne.

Di derbarê ziman de jî Jan Dost got: “Ez her tim dibêjim Kurdî zimanê ruhê min e, lê Erebî zimanê perwerdeya min e. Cudahiyeke mezin di navbera zimanê ruh û yê perwerdeyê de heye. Kurdî zimanê ruhê min e, zimanê dayîka min e û zimanê bavê min e. Ez bi hêsanî dikarim bi zimanê Erebî binivîsim, lê ne weke ku dema ez bi Kurdî dinivîsim e, nikarim wasif bikim lê bi rastî Kurdî ji bo min tişteke cuda ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst