Mamosteya Tirkî ji bo evîna Melayê Cizîrî tayîna xwe bir Cizîrê

13-10-2023
Abdulselam Akinci
Mamosteya Tirkî ji bo evîna Melayê Cizîrî tayîna xwe bir Cizîrê
Mamosteya Tirkî ji bo evîna Melayê Cizîrî tayîna xwe bir Cizîrê
Nîşan Melayê Cizîrî Cizîr Zanîngeha Şirnexê
A+ A-

Cizîr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Sempozyuma Melayê Cizîrî di rojava xwe ya duyemîn de berdewam e.

“2yemîn Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî” bi hevkariya Parêzgariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Qaymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê duh dest pê kir.

40 akademîsyên gotaran pêşkeş dikin

Ji 17 zaningehên 5 welatên biyanî û Tirkiyeyê  40 akademîsyen û lêkoler di bin sernava “Di nêrîna Melayê Cizîrî de fikr û têgeha hebûnê” gotarên xwe pêṣkeṣ dikin.

Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Gulşen Orhan got:

“Hêvîya min ew e ku deng û awaz û ṣîn û evîna Melayê Cizîrî heta axir bibe rêber û ronahî ji hemû gelê me re.”

Mamosteyê Zaningeha Şirnexê û Serokê Lijneya Amadekar a Sempozyûmê Doç. Dr. Rullah Oz jî got:

“Bi sazkirina vê bernamê armanca me ew e ku em Melayê Cizîrî ji bin hedê dîrokê ku daye veṣartin an jî daye windakirin û daye jibîrkirin carek din derxin rojeva mirovatiyê.”

Temaya sempozyûma îsal di berhem û nêrîna Melayê Cizîrî de têgeha hebûnê ye.

“Mamosteyên Tirk jî gotarên xwe pêşkeş dikin”

Rektorê Zaningeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurahim Alkiṣ jî got:

“Melayê Cizîrî heta niha ji alîyê Kurdan va dihat naskirin. Çend xebatên li ser Melayê Cizîrî hatine sazkirin heta niha her Kurd beşdar dibûn an Kurdên Îraqê, yan Îran yan jî Kurdên Sûriyeyê yan yê Tirkiyeyê  beṣdar dibûn. Lê vê carê ji ber ku me Dîwan wergerandîye zimanê Tirkî nîvî mamosteyên ku hatine gotar pêṣkeṣ dikin Tirk in.”

Welatî Mihemed Emîn Purnek jî got, “Dîwana Melayê Cizîrî wekî Şehnamê bi qîmet e. Wekî Mewlana Celaleddîn Rumî ye lê mixabin zehf nehatiye fêhmkirin.”

Min ji bo Melayê Cizîrî tayîna xwe anî Cizîrê

Mamosteya wêjeya Tirkî Guler Delikurt jî got, “Dûr e dest im bê nesîb im, dîlber xanim hebîbim, pir ji dîna te xerîbim, rûh rehet min .. Ez gelekî ji Melayê Cizîrî hez dikim. Min ji bo Melayê Cizîr tayîna xwe anîye Cizîrê. Ez dê çend salên din jî li vir bim.”

Welatî Ebdulezîz Bîlge jî got, “Lazim Melaya Cizîrî bi zimanê xwe yê Kurdî bigihîje dinyayê.”

Di êvara roja ewil a sempozyûmê de li Mala Dengbêjan a Cizîrê, dengbêjên Botanê konserek li dar xistin û sirûdbêjan qesîde xwendin.

Sempozyûma ku di duh dest pê kir dê sibe bidawî bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst