Stêrkên ku beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê bûn ji Rûdawê re axivîn

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Berlinale
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê bi rê ve diçe.

Lîstikvan û aktorên navdar ên cîhanê ji Rûdawê re axivîn.

Lîstikvan û senarîstê Amerîkî yê xelatgirê Oscarê Matt Damon ku ji bo 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlînê yê got ku ew ji Berlînê hez dike.

Matt Damon ji peyamnera Rûdawê Peyam Serbest re axivî û got, “Ez ji vê derê hez dikim. Ez gelek caran hatime vê derê û wekî mala min a duyemîn e.

Ez ji Berlînê hez dikim. Ez gelek salan li vir mam, 20 sal berê li vir di hin fîlmên giring de lîstim. Ji wê demê vir ve ez çend caran vegeriyam ku vê derê bibînim.

Lîstikvanê Amerîkî slavên xwe ji hezkiriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê re şandin û wiha berdewam kir, “Ji ber ku li min temaşe dikin ez spasiya wan dikim.

Ji bo berdewamiyê pêwîstiya me bi piştgiriya gel heye. Sipas ji were.”

Lîstikvanê Alman Lars Eidinger jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew dê derfet hebe ku projeyên nû yên fîliman ji nêz ve binirxîne.

Eidinger ji Rûdawê re axivî û got, “Ez pir kêfxweş û bi kelecan im. Ji bo temaşekirina gelek fîlman hatim vir.

Fîlmên ku heta niha min li wan temaşe nekirine jî hene, lewma niha nikarim tiştekî li ser wan bibêjim lê wek min got armanca min temaşekirina projeyên nû ye.”

Lîstikvanê Gîneyî Welket Bungue ji mîkrofona Rûdawê re axivî û hêviya xwe anî ziman ku Festîvala Berlînê ya ku îsal tê lidarxistin, gelek baştir derbas bibe.

Welket Bungue wiha anî ziman, “Ezê jî beşdarî panelên ku dê 17ê Sibatê roja şemiyê saet di navbera 09.00-19.00an de bên lidarxistin, bibim.

Ez difikirim ku ew pir girîng e ji ber ku ew beşek ji bernameyê ye ku dengê mirovên bi eslê xwe Afrîkî û fîlmçêkerên Afro-Ewropî yên ku li vir in radigihîne.

Ez difikirim ku ev platform li cîhekî rast e û ez kêfxweş im ku li vir im.”

Wezîra Dewletê ya Çand û Ragihandinê ya Almanyayê Claudia Rothê ji Rûdawê re axivî û got, “Em di demên dijwar de dijîn, demek tije krîz, pevçûn û şer. Niha rola huner û çandê ji her demê girîngtir e.

Çand dengê demokrasiya me ye, lewra ez vê festîvala fîlman pir girîng dibînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst