Strana Demîrtaş: Amed û Hewlêr nêz in, delala min Kurdistan

08-12-2024
RÛDAW
Hunermend Diyar Dêrsim awaz ji helbestê re danî/Wêne: Ji ber dîmenan
Hunermend Diyar Dêrsim awaz ji helbestê re danî/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Dengên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbesta “Dengên Kurdistanê” ya Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş wekî stran ji aliyê hunermendên navdar ên Kurd ve hat stran.

Demîrtaş di helbesta xwe de banga yekîtiyê li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê dike û dibêje:

“Yekitîyê pêk bînin, derd û keserê min bes, Li her çar aliyan rabin, bes e zindan û qefes.”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye helbesteke Kurdî ya bi navê “Dengên Kurdistanê” nivîsî.

Hunermend Diyar Dêrsim awaz ji helbesta wî re danî û piştre wekî stran ji aliyê hunermendên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê Nasir Rezazî, Diyar Dêrsim, Hozan Comerd, Şehrîbana Kurdî, Dengbêj Kazo, Denîz Deman, Narîn Feqe, Kîjan Xeyat, Elind û bi giştî derdora 50 hunermendan ve hat stran.

Roja şemiyê klîpa stranê li ser Youtubeyê hat belavkirin.

Demîrtaş di beşeke helbesta xwe de daxwaza yekîtiyê li hemû Kurdan dike û dibêje:

“Yekîtiyê pêk bînin, derd û keserê min bes, li her çar aliyan rabin, bes e zindan û qefes.

Bibêjin em azad in, derd û kesêrê min bes.”

Her wiha amaje bi çend bajarên Kurdistanê û jî dike û dibêje:

“Ax û avên pîroz in, gul di nav da dirazin. Amed û Hewlêr nêz in, delala min Kurdistan.”

Derhêneriya klîpa bi navê “Dengên Kurdistanê” ku gotinên wê ji pênûsa Demîrtaş in ji aliyê muzîkjenê navdar ê cîhanî Grzech Piotrowski û orkestraya wî ve hat çêkirin.

Notayên muzîka stranê jî ji aliyê muzîkolog Mustafa Demîr ve hatine amadekirin.

Gotinên stranê wiha ne:

“Dema kû min tu nas kir, welatê kambax û bê kes

 

Hiş û aqil xelas kir, derd û keserê min bes

Dengê te bahoz rakir, Welatê bêhn û nefes

Gelê min tu hembez kir, Derd û keserê min bes

 

Ax û avên pîroz in, gul di nav da dirazin

Erdêxan û Efrîn nêz in, delala min Kurdistan

 

Çiyayê te serfiraz in, gul li derdor dilêzin

Wan û Mahabad nêz in, welatê min Kurdistan

 

Çerx û semah digerînin, welatê eşq û hewes

 

Yekîtiyê pêk bînin, derd û keserê min bes

Li her çar aliyan rabin, bes e zindan û qefes

Bibêjin em azad in, derd û kesêrê min bes

 

Ax û avên pîroz in, gul di nav da dirazin

Amed û Hewlêr nêz in, delala min Kurdistan

 

Çiyayê te serfiraz in, gul li derdor dilêzin

Dêrsim û Sine nêz in, welatê min Kurdistan”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” di çarçoveya Doza Kobaniyê de ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê 16ê Gulana 2024an di rûniştina 83emîn a Doza Kobaniyê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 sal cezayê girtîgehê ceza kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst