Berlinale - Stêrkên cîhanî ji Rûdawê re behsa projeyên xwe kir

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Berlinale
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê berdewam dike.

Derhêner, lîstikvan û aktorên navdar ên cîhanê ji Rûdawê re behsa giringiya fîlm, sînema û festîvalê kir.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û dê heta 25ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de dê nêzikî 200 fîlm bên nîşandan.

Tîma Rûdawê jî vê çalakiya girîng a çandî li cih dişopîne.

Rêvebera Giştî ya Berlînaleyê Mariette Rissenbeekê diyar kir ku ew ji ber eleqeya ku ji festîvalê re tê nîşandan kêfxweş in.

Rêvebera Giştî ya Berlînaleyê Mariette Rissenbeekê bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê da.

Rûdaw: Tu li ser festîvala îsal a Berlinaleyê çi difikiri?

Mariette Rissenbeek: 4-5 rojên borî gelekî xweş derbas bûn

Gelek temaşevan hatin

Medyayê bi çavekî erênî li fîlm û temaşevanan nêrî

Em ji encaman gelekî memnûn in, li gorî me festîvala îsal gelekî baş derbas bû

Rûdaw: Wekî ku em dizanîn kovîdê bandor li Berlinaleyê kir. Piştî wê me dît ku gelek gav hatin avêtin da ku festîval bihêztir bibe

Li gorî we bandora vê li festîvalê bûye?

Mariette Rissenbeek: Li gorî sala 2020î hejmara fîlmên me kêmtir e

Çimkî me go em zêdetir meyla xwe bidin mijarê dê baştir be

Wekî ku hû dizanin hejmara fîlman çiqasî zêde dibe nîşandana wan zehmettir dibe

Ji ber vê jî me kêmtir fîlm hilbijartin da ku em hêza wan zêdetir bikin

Edîtoryumeke me ya ku ji hezar û 900 kursiyî pêk tê heye û bîlet gelekî zû xelas bûn

Ez dibêjim me nîşan da ku festîval piştî kovîdê bihêztir bûye

Û hîn jî ji bo temaşevanên li Berlînê girîng e

Rûdaw: Wekî ku hat eşkerekirin, li festîvala îsal gelek peyamên wekî azadiya raderbirînê, piştgirîdayîna jinan û rewşa Rojhilata Navîn hene ku digihin asteke polîtîk

Hûn çend rojên dawiyê gihiştin armancên xwe?

Mariette Rissenbeek: Bibûre, hûn dikarin ducare bikin?

Rûdaw: Hûn gihiştin armancên xwe?

Mariette Rissenbeek: Sibe dê paneleke me ya bi sernavê “Çêkirina Fîlman di Krîzan de” hebe

Ez dibêjim me ji fîlmên şer hinek nîşan dan û me nîqaş kirin

Li aliyê din ez dibêjin em dê li panela sibe bi rêya pirs û bersivan bigihin armanca xwe

Baweriya me bi dîyalogê heye, em naxwazin dîyalog raweste. Ez dibêjim ev girîng e.

Rûdaw: Naxwazim pir dema we bibim, pirsa min a dawiyê ev e. Li gorî we sînema dikare di siyasetê de bibe xwedî rol?

Mariette Rissenbeek: Li gorî min mirov bi xêra siyasetê dizanin bê çi rû dide û bi saya sînemeya dikarin bi nêrînên cuda bihesin

Dê bi saya vê siyaset biguhere? Ev mijareke din e

Berlinale bi festîvalên fîlman ên Venedik û Cannesê re li Ewropayê di “sê festîvalên herî mezin” de tê hesibandin.

 

 

Fîlma herî dawî ya derhênerê Alman Matthias Glasner, “Sterben/Mirin”, yek ji wan fîlman e ku ji bo xelatên mezin ên pêşbirkê têdikoşe.

Matthias Glasner ji nûçegihana Rûdawê re axivî.

Rûdaw: Hûn bi fîlma xwe ya nû re li Berlînaleyê ne, hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Matthias Glasner: Ez çawa hest dikim?

Rûdaw: Erê, ramanên te çi ne?

Matthias Glasner: Serpêhatiyeke pir bêhempa ye ji ber ku ew fîlmeke taybet e. Ez nizanim, ez difikirim ku malbata min ji ezmên li min temaşe dike, erê ew tiştekî bêhempa ye.

Rûdaw: Pêşbîniyên we ji bo fîlm çi ne?

Matthias Glasner: Hêvîdar im kesên ku li fîlmê temaşe dikin di jiyana xwe de bibin xwedî serpêhatiyeke xweş.

Ez hêvî dikim ku hûn vê tenê wekî fîlm an çîrokek temaşe nekin. Di şûna wê de, li ser ekranê çi heye nas bikin û jiyanê biceribînin.

Ez hêvî dikim ku hûn karakteran ji bîr nekin, ez hêvî dikim ku ew heta dawiya jiyana we bi we re bimînin piştî ku we li fîlmê temaşe kir.

Rûdaw: Pîroz be, spas.

Matthias Glasner: Ez spasiya we dikim.

Bi dirêjahiya ji sê saetan zêdetir, Sterbern fîlimek komediya reş e ku bi mijarên wekî mirin û drama malbatê re mijûl dibe. Fîlm rexneyên pir erênî wergirt.

 

 

Lîstikvana Fransî-Swîsrî Irene Jacob jî li Berlînaleyê ye ku fîlma xwe ya herî dawî ya bi navê Shikun bide nasîn.

Fîlm li ser jiyana komeke cihêreng a mirovan e ku di avahiyek mezin a li çola Negevê dijîn.

Irene Jacobê di derbarê fîlma xwe de wiha axivî:

Fîlmeke şaîrane ye, li ser jiyanek bi hev re, li ser cîhekî civakî yê ku mirov bi hev re dijîn, li ser xaniyek pir dirêj e.

Em van hemû mirovan dibînin ku derbas dibin û bi hev re dijîn. Her kes xwedî jiyan û çandek cûda ye, û dibe ku demên cuda de bin.

Her yek çîroka xwe heye. Çîroka min jî ji şanoyeke ku balê dikişîne ser karekterekî ku di civakeke ku bi tevahî diguhere, mirov dibin gergedan hatiye wergirtin.

Pirs ew e ka gelo dê di vê çarçoveyê de mirov li hemberî hev biguherin an na?

Fîlm wek xewnekê ye. Fîlmeke sînemayî ya li ser jiyana bi hev re ye.”

 

 

Aktrîsa fîlma Dostoyevski ya Îtalî Carlotta Gambayê jî got,

Rûdaw: Slav çawanî? Tu pir xweşik xuya dikî. Tu dê çi bibêjî ku îro tu li Berlinaleyê yî?

Carlotta Gamba: Ez pir kêfxweş im ku ez li vir im, ev cara yekem e, du fîlmên min li vir hene, ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im.

Rûdaw: Pêşbîniya te ji bo van fîlman çi ye?

Carlotta Gamba: Tenê bi hev re lê temaşe bikin û bikenin, pêşbîniyeke min tine.

Rûdaw: Tu pir ciwan î, ji bo paşeroja te ya sînemayê çi xeyalên te hene?

Carlotta Gamba: Xeyala min berdewamkirina karê sînemayê ye, ev xeyala min a mezin e.

Rûdaw: Lê cilê te, kê te motîve kir ku tu vî cilî hilbijêrî?

Carlotta Gamba: Ez nizanim, hinekî sar e lê ez pir jê hez dikim.

Rûdaw: Gelekî spas.

 

>

 

Lîstikvan Alman Lilith Stangenberg jî bi kurtasî behsa cilûbergên xwe û nêrînên xwe yên derbarê festîvalê de kir.

Lilith Stangenberg: Erê, ez kêfxweş im. Ev cil ji markeya îtalî Prada ye. Ez kêfxweş im.

Rûdaw: Ma ne sar e?

Lilith Stangenberg: Na na, ne sar e.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst