Stêrkê Vikingan ji xelkê Kurdistanê re peymanek şand

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Vikingan Kurdistan Berlinale Thorbjon Harr Andreas Dresen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aktorê rêzefîlma Vikingan Thorbjon Harr ji xelkê Kurdistanê re peyamek şand û got, “Ez ji wan dixwazim ku wekî dost bimînin.”

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê berdewam dike.

Derhêner, lîstikvan û aktorên navdar ên cîhanê ji Rûdawê re behsa giringiya fîlm, sînema û festîvalê kir.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û dê heta 25ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de dê nêzikî 200 fîlm bên nîşandan.

Tîma Rûdawê jî vê çalakiya girîng a çandî li cih dişopîne.

Lîstikvanê Norwecî Thorbjon Harr ku yek ji stêrkên rêzefîlma Vikingan e, bi nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re selfiyek kişand.

Thorbjon Harr ji ber ku temaşeyî berhemê wî dikin spasiya xelkê Kurdistanê kir.

“Wekî dost bimînin”

Li ser pirsa nûçegihana Rûdawê ya “Peyama we ya ji bo xelkê Kurdistanê çiye?” Thorbjon Harr wiha bersiv da:

“Ez kêfxweş im ku berhemên min li Kurdistanê tên temaşekirin.

Peyama min ji bo heyranên min ên li Kurdistanê ew e ku ez sipasiya wan dikim ku li tiştên min temaşe dikin, bi taybetî jî Vikingan.

Herwiha ez jî ji wan dixwazim ku wekî dost bimînin.”

Li aliyê dinh, derhênerê Alman Andreas Dresen derbarê festîvalê de ji Rûdawê re got,

Ev yek ji festîvalên herî mezin ên cîhanê ye, yek ji sê festîvalên herî mezin ên cîhanê ye.

Ji bo min şanaziyeke mezin e ku ez li vir im. Gelek temaşevanên min li vir hebûn, û ev ji bo min cihê kêfxweşiyeke mezin e.”

 

Berlinale, bi Cannes û Venedîkê re yek ji girîngtirîn festîvalên sînemayê yên li Ewropayê ye.

Îsal li Berlinaleyê 20 fîlm ji bo Xelatên Zêrîn û Zîv ku xelatên herî mezin in, têdikoşin.

Xwediya Oscarê Lupita Nyong'o ku bi eslê xwe Meksîkî-Kenyayî ye, serokatiya jûriyê ya Berlinaleyê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst