Wênesaza Kurd li Qesra Zerzevanê pêşangehek vekir: Armanca min nîşandana mîtolojiya Kurdan e

26-09-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ayşe Karacadag Pêşangeh Mîtolojiya Kurdî Dîroka Kurdî Qesra Zerzevanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wênesaza Kurd Ayşe Karacadagê 5emîn pêşangeha xwe li qesra dîrokî ya Zerzevanê ya navçeya Sûrê ya Amedê vekir.

Wênesaza Kurd di tabloyên xwe de ji çîrok, mîtolojî, dîrok û jiyana Kurdan radestî bala hunerhezan kiriye.

Di pêşangeha Karacadagê de çîrokên mitolojik yên Kurdan, ji jiyana jinan sembolên kevnar bi şîroveyek nû hatine xêzkirin.

Pêşengeha ku li Qesra Zerzevanê radestî bala hunerhezan hatiye kirin ji 20 tabloyên Ayşe Karacadagê pêk tên û ji mîtolojî, dîrok û jîyana rojane ya Kurdan berhemên rengîn dihewîne.

“Armanca min çanda Kurdî, dîroka Kurdî, mîtolojiya Kurdî bidim nişandan”

Wênesaza kurd Ayşe Karacadagê got “Armanca min çanda Kurdî, dîroka Kurdî, mîtolojiya Kurdî li ser hunera resmê bidim nişandan”

Wênesaza Kurd di tabloyên xwe de bi nêrînek hunerî bermahiyên paşerojê şîrove kiriye û bi rengên rewnaq ji jan û jiyan û çîrokên temen hezar salî yê Kurdan gihandiye serdema hunerî ya vê sedsalê.

“Şahmeran di her maleke Kurdan de hebû”

Ayşe Karacadagê wiha anî ziman, “Ev Cemşad e, ev jî Şahmeran e.

Şahmeran jixwe di her maleke Kurdan de hebû. Min bi xwendina xwe, bi fikra xwe, bi ramanên xwe şîrove kir.

Çimkî Şahmeran jinek e ku sembola zanebûnê ye. Tiştê ku dizane ji Cemşad re dibêje, Cemşad li vir qeyd dike.

Wexta ku qeyd dike, ji xwe Cemşad îxanetê li Şahmeranê dike.

Ev jî îfadeya mehçûbbûnê li cem heye. Ew jî dibêje çima te li min wisa kir.

Belê pîrebok e, bi rastî di hunera min de ya herî zede di bin bandora wî de mam, pîrebok e. Bi rastî ji xwe pîrebok şirîn e.”

Welatî û geştiyarên ku seredana pêşangehê dikin di Qesra Zerzevanê de derdikevin rêwîtiyeke dîrokî.

Li aliyekê din jî di tabloyên Ayşa Karacadagê de bêhna çanda Kurdan û bêhna hunera hunermendeke Kurd hildimijin.

Geştîyarekî xwecîh got, “Em mamosteAyşa Karacadagê dişopînin.

Em spasiya wî dikin berî her tiştî.

Yanî çanda me bi awayek hunerî derdixe holê. Me dibe dîrokê.”

Geştîyarekî din diyar kir “Van deqên wê, cil û bergên Kurdewarî yanî di miravn de hestekî wiha bi coş û kelecan derdixe meydanê.”

“Çanda me ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj winda dibe”

Geştîyarêkî xwecîhî wiha axivî, “Piranî çanda me ya qedîmî derxistiye pêş.

Ji xwe ev çanda me jî ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj winda dibe.

Yanî pêwîstiya xwedîlêderketinê heye, em wî tiştî dibinin.”

Pêşangeh di 30yê Îlonê de bi dawî bibe

Pêşangeha ku di 23yê vê mehê de vebûye nava hefteyê û dawiya hefteyê heta derengiya şeve vekiriye û hunerhez dikerin biçin serdana pêşangehê.

Dihat plankirin ku pêşangeh di 30yê Îlonê de bi dawî bibe lê ji ber eleqeya zede ya geştiyar û hunerhezan eger e ku dema pêşangehê were dirêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst