Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkên ku beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor ku li Erebistana Siûdî tê lidarxistin bûn, ji Rûdawê re behsa planên û projeyên xwe yên paşerojê kir.
4emîn Festîvala Fîlman a Deryaya Sor li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî tê lidarxistin.
Festîval 5ê Kanûn Pêşîn dest pê kir û dê heta 14ê vê mehê berdewam bike.
Festîval ne tenê bi nîşandana fîlman, bi beşdarbûna aktor û aktrîsên navdar ên cîhanê jî balê dikişîne ser xwe.
Ji çar aliyên cîhanê hezkiriyên sînemayê berê xwe daye Festîvala Fîlman a Deryaya Sor.
Festîval bi fîlmê derhênerê Misirî Karim Shenawy ê bi navê "The Tale of Daye’s Family" dest pê kir.
Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest di roja duyemîn a festîvalê de bi gelek lîstikvanên navdar re axivî.
Ji bilî festîvalê, van lîstikvanan behsa projeyên xwe yên paşerojê û potansiyela sînemaya Erebistana Siûdî jî kir.
Aktor û stranbêjê Kanadayî Rob Raco got, "Dîtina enerjiya mezin a Erebistana Siûdî ya li hemberî sînemayê balkêş e.
Fîlmên ku li vir têne nîşandan ji hêviyê wêdetir in û bi tevahî li derveyî wêneyê ku ji hêla medyaya Amerîkî ve hatiye xêzkirin."
Raco diyar kir ku ew bi dîtina pêşeroja sînemaya Erebistana Siûdî kêfxweş e.
Stêrkên cîhanî ji Rûdawê re diaxivin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 6, 2024
🎙️ Aktorê Kanadayî #RobRaco: Erebistana Siûdî enerjiyeke mezin dide sînemayê
📽️ Festîvala Fîlman a Deryaya Sor li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî tê lidarxistin pic.twitter.com/MFG0KrQdD1
Di jûriyê de lîstikvana Brîtanî Minnie Driver û derhênerê Misirî Abu Bakr Shawky û lîstikvana Tirk Tuba Buyukustun jî cih digirin.
Lê belê kêliyên ku derhênerê navdar Spike Lee ku serokê jûriyê yê, navê Tuba Buyukustunê bilêv nekir bû mijareke germ.
Duzyatan: Ez tenê li ser projeyên sînemayê disekinim
Lîstikvanê Tirk Engîn Altan Duzyatan yek ji beşdarên festîvalê bû.
Engîn Altan Duzyatan li ser projeyên xwe yên paşerojê got, "Ez dê îsal di rêzefilmên Tirk ên dramayê de cîh negirim.
Ez tenê li ser projeyên sînemayê disekinim. Projeya min a din dê bibe fîlm, lê hûrgilî hîn ne diyar in."
Spike Lee: Ez niha li ser fîlmeke nû dixebitim
Derhêner û serokê juriyê yê Amerîkî Spike Lee got, "Ez niha li ser fîlmeke nû dixebitim.
Denzel Washington dê di fîlmê de bilîze. Ew dê di demsala havînê de derkeve û navê wê 'Highest to Lowest' be.
Ev fîlm ji nûvekirina fîlma Japonî ya bi navê 'High and Low' ye. Ev dê bibe hevkariya min a pêncemîn bi Denzel Washington re."
Nadîn Necîb: Divê em li ser çîrokên jinan bisekinin
Lîstikvana Libnanî Nadîn Necîbê jî behsa agirbesta niha ya Libnanê kir û got:
"Ev agirbest gaveke erênî ye. Aştî heye û hêvîdar im ku wisa berdewam bike."
Li ser pirsa Rûdawê ya "Divê di sînemayê de pêşikiyê bidin kîjan mijaran?" Nadîn Necîbê wiha bersiv da:
"Divê em li ser çîrokên jinan bisekinin. Serkeftin, zor û zehmetiyên jinan ên di civakê de dijîn girîng in. Çîrokên jinan çand û ramana civakê çêdike."
Festîvala Fîlman a Deryaya Sor li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî tê lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 6, 2024
Lîstikvana Libnanî Nedîn Necîbê sirên bedewiya xwe eşkere kirin pic.twitter.com/QAoWvkWygk
Festîvala Fîlman a Deryaya Sor 5ê Kanûna Pêşîn dest pê kir û dê heta 14ê Kanûna Pêşîn dewam bike.
Dê di festîvalê ji 81 welatan 120 fîlm bên nîşandan ku 63 ji wan dirêj û 54 jî kurtefîlm in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse