Tabloyeke li ser komkujiya Helebceyê di pêşangeha ARTCONTACTê de cih girt

27-05-2024
Omer Sonmez
Pêşangeha navdewletî ya hunerên hevçax ARTCONTACT li Stenbolê hat lidarxistin
Pêşangeha navdewletî ya hunerên hevçax ARTCONTACT li Stenbolê hat lidarxistin
Nîşan ARTCONTACT Pêşangeh Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha navdewletî ya hunerên hevçax ARTCONTACT li Stenbolê cara 4an hat lidarxistin.

Ji 40î zêdetir welatan derdora 100 hunermend bi berhemên xwe yên cuda tevli pêşangehê bûn.

Hinek hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe di pêşangeha hunerê de cih girtin.

Tabloya Komkujiya Helebceyê ya hunermenda Kurd Gulageş Çelîker jî di pêşangehê de bû.

Pêşangeha ARTCONTACTê ji sala 2021an ve li Stenbolê tê sazkirin.

Di pêşangehê de bi sedan nîgar, wêne, peyker û enstalasyonê her cure berhemên hunera hevçax di pêşangehê de cih digirin. 

Ji Amedê 7 hunermend beşdar bûn

Hunermend Aydin Biçen got:

“Em ji Amedê 7 hunermend hatin vir. Me bi xwe re 20 berhem anîn. Em piranî li ser dîrok û çanda Amedê dixebitin. Em dixwazin hunera xwe nîşanê cîhanê bidin.”

Di pêşangehê de tabloya Komkujiya Helebceyê ya hunermenda Kurd Gulageş Çeliker gelek bale dikşîne.

“Em dê bi rêya hunerê behsa birînên xwe bikin”

Hunermend Gulageş Çelîkerê jî got:

“Di berhemên xwe de ez piranî behsa êş û birînên miletê me dikim.

Her çiqas birînên me jeng bigire jî em dê bi rêya hunerê behsa birînên xwe bikin.”

ARTCONTACT ji sala 2021an ve li Stenbolê tê lidarxistin.

Ji nîgar, wêne, peyker û enstalasyonê her cure berhemên hunera hevçax di pêşangehê de cih digrin. 

Hunermend Zalina Khusistoveyê jî got:

“Ez ji Rûsyayê beşdarê vê pêşangehê bûm. Ez 5 sal in hunera xetên modern çêdikim.

Min ev kefiye jî ji bo em Filistînê ji bîr nekin da serê xwe.”

Pêşangeha hunerên hevçax ARTCONTACT a Stenbolê, di navbera 23-26 Gulanê de bi beşdariya dehhezaran hunerhezan hat lidarxistin.

Di çarçoveya pêşangehê de gotûbêj, konferans, konser û workshopan jî cih girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst