Amed (Rûdaw) - Ev bûkaniya dîzaynera ewil a Kurd Şermîn Cemîlpaşayê ye. Dema ku Şermînê ev bûkanî ji xwe re dirût, pereyê Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn têra kirîna qumaşê vê bûkaniyê nedikir.
Ji ber vê yekê xwendekarên keç ên Brîtanyayê di nava xwe de ji Elizabethê re xercîneyên xwe berhev kiribûn û jê re şandibûn.
Elizabetha 2yem jî nekariye qumaşê bûkaniya dîzaynera Kurd bikire
Berpirsa Mûzexaneya Qesra Cemîlpaşayê Zeynep Yaşê got:
"Dixwazin topek ji wî qûmaşî ji Elizabethê re jî bikirin lê wê çaxê şerê cîhanê yê duyemîn e.
Şer e, tuneyî ye, xela ye, pereyê wê têrê nakin ku wî qûmaşî bikire.
Ji ber ku raçandina wî qûmaşî bi têlên zêrîn û zîvîn in, pereyê wê têr nake ku wî qûmaşî bikire.
Keçên Brîtanî digihijn hev û din, wê çaxê kartên wan ên xwarinê hebûne, wan kartên xwe berhev dikin û dixwazin bi wî pereyî ji Elizabethê re wê topa qûmaşê bikirin."
"Serokwezîrê Sûriyeyê qumaşê bûkaniyê diyarî Elizabethê dike"
Reşîd Cemîlpaşa kurê Şermîn Cemîlpaşayê behs wî qûmeşî kir û wiha ani ziman:
"Digotin Kralîçe Elîzabet ji wî qûmaşê Brûkar xwestiye lê pereyê wê têr nekiriye."
Zeynep Yaş wiha pê de çû, "Lê piştî ku ev wekî magazînî di nava çapemeniya cîhanê de deng dide, (Serokwezîrê Sûriyeyê yê wê demê) Şukrî Quwetlî wê çaxê ji Elîzabetê re ji heman qûmaşî topek dikire û diyarî wê dike."
Dîzaynera Kurd Şermîn Cemîlpaşa jî wekî Ekrem û Qedrî Cemîlpaşa berhema vê qesra bêhempa bû.
Lê hêj di hemla diya xwe de para xwe ji nefîkirin û mişextiyê girtibû.
Ew ji yek ji endameke vê malbata mezin bû ku wekî hebhinareke pekiyabû keviyeke sirgûnê lê dayika wê nehiştibû ew li sirgûnê bê dinyayê.
Dêya wê nehişt ew li sirgûnê çêbibe
Zeynep Yaşê got, "Dema Şermîn xanim di hemla diya xwe de bûye, fermana wan rabûye.
Di 1926an de fermana yekemîn radibe. Bi wê fermanê çûne Denîzliyê.
Lê gotiye `Ez naxwazim hemla min li Denîzliyê bibe`. Ew 3 rojan li trênê siwar bûye.
Ji Îzmîrê çûye Stenboê, ji Stenbolê heta vê derê hatiye. Şermîn xanim li vê derê bûye.
Piştî ku bûye 3 mehî, careke din ew biriye cihê sirgûnê. Li wê derê jiyaye.
Li Lûlebûrgazê, li Edîrneyê, li Ordûyê, li Denîzliyê, li Aydinê, Enqereyê û li gelek bajaran geriyan e.
Zîzan Cemîlpaşa keça Şermîn Cemîlpaşayê li dîzayneriya wê wiha anî axivî:
"Hîkayetan ji me re digot. Behsa xaniyê me dikir. Behsa cihê ku çûye sirgûnê dikir.
Çûye ku derê, biçûkatiya wê çawa derbas bûye, ew cihekî çawa bûye, behsa wan deran dikir."
"Bi zanebûn malbat ji hev belav kirine"
Zeynep Yaşê ragihand, "Bi zanebûn malbat ji hev peşkilandine, belav kirine
Hinek şandine aliyê Balkanan, hinek şandine aliyê Başûrê Kurdistanê, hinek şandine nava Tirkiyeyê. Malbat li gelek cihan ji hev belawela kirine."
Zewaca Şermînê
Şermîn Cemîlpaşaya ku zarokatiya wê li 5 bajarên Tirkiyeyê li nefîkirinê derbas bû, di dawiya 1946an û destpêka 1947an de, piştî têkçûna Komara Kurdistanê ya Mahabadê berê xwe da Şamê.
Ew çû serdana pismamê xwe Vecdîn Cemîlpaşa ku tevli şoreşa Mahabadê bibû. Pismamê wê yê zarokatiyê êdî lehengê jiyana wê bû.
Zeynep Yaş li ser zewaca Şermînê wiha axivî:
Diçe Şamê. Li Şamê Vecdîn Beg ku hevjînê wê ye, dibîne. Li wê derê hev dibînin.
Dema hev dibînin ji hev û din hez dikin. Malbat jî ji xwe dixwaze ku bi hev re bizewicin."
Reşîd Cemîlpaşa kurê Şermîn Cemîlpaşa got, "Bi lawê apê xwe re zewiciye û çûbû Sûriyeyê.
Li Şamê, li Dirbêsiyê bi cih bûne. Em gişt jix we li Dirbesiyê çêbûn."
Şermîn Cemîlpaşa piştî ku zewicî jî dev ji dîzayneriyê berneda.
Ji hemû endamên malbatê re cil û berg didirûtin û her modêleke nû jî li ser kaxizan xêz dikir.
Niha lênsûkeke wê ya dîzaynê heye ku wekî yekemîn pirtûka dîzayneriyê ya Kurdan tê binavkirin.
"Ewropî û Rojhilatî ji nû ve model kiriye"
Zeynep Yaş li ser lênûska Şermînê ya modayê wiha axivî:
Yanî dema tu li wê pêvajoya çêkirina wê, afirîneriya wê dinêrî pir balkêş e bi rastî.
Mesela deftereke wê heye li vê mûzexaneyê. Me li vir daniye. Di nav de nêzî 87 heb karên wê yên destan hene.
Nêzikî 40-45ên wê dîzayna taybet a ji bo cil û bergên jinan e. Modeyeke ecêb a Ewropî çêkiriye.
An jî em bibêjin Ewropî û Rojhilatî ji nû ve model kiriye. Şermîn xanim hem ji Rojhilat hatibû û hem jî Rojava ji nêz ve dişopand.
Ew dîzayn li hev û din dianî û wê bixwe diyazneke nû çêdikir. Li hev dianî û modeleke nû ava dikir."
"Wê modeyên cîhanê dişopandin”
Zîzan Cemîlpaşayê got, "Her roj destê xwe dielimand. Li serê difikirî, modeyên dinyayê dişopand.
Lê dinihêrt ka modelên li dinyayê çawa ne. Dîzayna wan, stayla wan çawa ye û hêdî hêdî çêdikir.
Hem dirûtiye û hem jî çêkiriye. Ew li deftera xwe tomar kirine, xêz kirine. Sê salan ew xet di deftera xwe de xêz kirine û neavêtiye.”
"Lênûska wê wekî yekemîn pirtûka dîzayna modayê ya Kurdan tê binavkirin"
Zeynep Yaş li ser lênûska Şermînê wiha axivî:
Ew deftera wê jî dema tu bala xwe didiyê, xêzên wê yên taybet tê de hene.
Ji ber vê yekê jî ew deftera wê wekî yekemîn pirtûka dîzayna modayê ya Kurdan tê binavkirin.
Ew xêz li gorî çi hatine çêkirin, ew cil û berg li gorî çi hatine çêkirin?
Bêguman ew ji kîjan malbatê hatibû, xetên xwe, xêzên xwe, modêla xwe li gorî wê rastiyê çêdikir.
Dîzaynê wê ji ber vê yekê ne klasîk in. Xêzên modern in. Li gorî wê modernîteyê hişê xwe jî ava dikir."
"Me di zarokatiyê de tiştekî ji derve nedistand"
Zîzan Cemîlpaşayê derbarê kirîna cil û bergan wiha anî ziman:
"Me di zarokatiyê de tiştekî ji derve nedistand. Diya min pir xweş çêdikir. Wê ji me re cil û berg didirûtin."
Reşîd Cemîlpaşa derbarê nexşên li ser çarşef û balîfan wiha axivî:
"Ew çarşef, ew balîf, ew nexşên li ser wan, hemû wê çêdikirin. Ser wan dinexişand. Nexşên cur bi cur, xemlên cur bi cur çêdikirin."
Zîzan Cemîlpaşayê got, "Wilehî hemû cilên xaltika min wê didirût.
Ev wêneyên ku di hundirê vî xaniyî de hûn dibînin, cilên ku hatine lixwekirin hemû wê dirûtiye.
Gişt dêya min ew dirûtine. Cil û bergên wan jinan hemû diya min didirût. Zû jî çêdikir.
Qemîsê bavê xwe, pîcamayê bavê xwe wî didirût. Hem ên mêran û hem jî yên jinan dikaribû çêke."
"Em bi xwe jî xwedî esalet in divê esaleta me jî tê de xuya bike"
Zeynep Yaş li ser Şermîn Cemîlpaşayê wiha axivî:
"Digot `Min kovarên Ewropî peyda dikirin, min magazîna Ewropayê bi giştî ji nêz ve dişopand.`
Digot `Ez pir meraqdar bûm, min magazîna Ewropayê dişopand, li şiklê wan cil û bergên di kovaran de dinihêrt`
Diigot `Em bi xwe jî xwedî esalet in. Divê esaleta me jî di nav de cih bigre. Divê esaleta me jî tê de xuya bike. Dema ez li ser dîzaynê dixebitîm, ez li wê esaletê jî difikirîm.`
Zîzan Cemîlpaşayê got, "Li taxa me pir Sûryan hebûn, Ermenî hebûn, Cihû hebûn.
Dema ew diçûn Fransayê, Îtalyayê, dêya min navê kovaran ji wan re dinivîsand, digot `Wan kovaran ji min re bînin.`
Diya min tim li wan kovraran dinihêrt. Dîzayn û staylê pir meraq dikir.
Dema li kovarên biyanî dinihêrt, digot `Dîzayna min ji ya wan baştir e. Wan ev şaşî, ev xeletî kirine, ya min xweşiktir e.`"
Digel şert û mercên bindestiyê jî Şermîn Cemîlpaşa ji Kurdan re bingeheke baş a dîzayneriyê hişt.
Ger ew li welatekî azad bihata dinyayê, kî dizane belkî niha navdartirîn dîzaynera herî navdar a modêlan a cîhanê bû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse