Wergirên Xelatên Emmyê diyar bûn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xelatên Emmyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wergirên 52yemîn Xelatên Emmyê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê diyar bûn.

Merasîma xelatdayînê ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Televîzyonê ya Navneteweyî (IATAS) ve li Hilton Midtown Hotelê ya New Yorkê hat lidardxistin.

Xelatên Emmy yên Navneteweyî ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Televîzyonê ve ji berhemên ku li derveyî Amerîkayê têne çêkirin re tên dayîn.

Îsal 56 berhem ji 21 welatan di 14 kategoryan de ji bo xelatan ketin ribakeriyê.

Merasîma xelatdayînê ji aliyê komedyenê Hindî Vir Das ve hat pêşkêşkirin.

Brîtanyayê mohra xwe li Xelatên Emmy yên îsal xist û di warên Listikvanê Herî Baş, Belgefîlma Herî Baş, Belgefîlma Werzişê ya Herî Baş û Anîmasyona Zarokan a Herî Baş de xelat wergirtin.

Lîstikvanê Brîtanî Timothy Spall bi rola xwe ya di fîlma "The Sixth Commandment" (Fermana Şeşemîn) de di 52yemîn Xelatên Emmyê de xelata lîstikvanê herî baş wergirt.

Lîstikvana Taylandî Chutimon Chuengcharoensukying bi rola xwe ya di fîlma "Hunger" de xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.

Listeya Xelatên Emmyê wiha ye:

Rêzfîlma Dramayê ya Herî Baş: Drops of God (Fransa/Japonya)

Rêzfîlma Komediyê ya Herî Baş: División Palermo (Arjantin)

Performansa Lîstikvanê Herî Baş: Timothy Spall, The Sixth Commandment (Brîtanya)

Performansa Lîstikvana Herî Baş: Chutimon Chuengcharoensukying, Hunger (Tayland)

Belgefîlma Herî Baş: Otto Baxter - Not a F**ing Horror Story (Brîtanya)

Telenovelaya Herî Baş: The Vow (Spanya)

Fîlma TVyê ya Herî Baş/Kurt-Rêzefîlm: Dear Child (Almanya)

Zarok - Anîmasyon: Tabby McTat (Brîtanya)

Zarok - Rasteqîn: Jiyana Veşartî ya Zihninizin (Meksîka)

Zarok - Aksiyona Zindî: One of the Boys (Danîmarka)

Rêzefîlma Forma Kurt a Herî Baş: Point of no Return (Spanya)

Belgefîlma Werzişê ya Herî Baş: Brawn: The Impossible Formula 1 Story (Brîtanya)

Şahiya Bêsenarya ya Herî Baş: The Restaurant That Makes Mistakes Belçîka

Bernameya Hunerî ya Herî Baş: Pianoforte (Polonya)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst