Romana ‘Kavirên Anarşîst’ a Rênas Jiyan hat qedexekirin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kavirên Anarşîst Rênas Jiyan Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha 4emîn a Cezeyê Sulhê ya Amedê, romana nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Rênas Jiyan a bi navê "Kavirên Anarşîst"  qedexe kir.

Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku romana wî ya bi navê "Kavirên Anarşîst" hatiye qedexekirin û ew dê li her qadê romana xwe biparêze.

“Ev hunerkujî ye”

Rênas Jiyan wiha gotiye:

“Romana min ‘Kavirên Anarşîst’ dewletê qedexe kiriye, ez şermezar dikim, ev hunerkujî ye, hovîtî ye, wêjenenasî ye, qedexekirina zimanan e, qedexekirina Kurdî ye.

Ez dê li her qadê romana xwe biparêzim, ez dê li her qadê Kurmancî biparêzim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst