Li Dîlokê “Sabûna Nizipê” bo 110 welatan tê hinardekirin

29-10-2022
RÛDAW
Nîşan Sabûna Nizipê Dîlok Belkîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê sabûna Nizipê ku taybet e bi wê navçeyê û ji zeyta zeytûnan tê çêkirin bo 110 welatan tê hinardekirin û di 9 mehên destpêkê yên îsal de bi bihayê 3 milyon û 63 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin. Hinardeya herî zêde jî bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûye.

Li navçeya Belkîsê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ve çêkirina sabûna ji zeyta zeytûnan a kesk bo xelkê navçeyê çavkaniyeke girîng a debara jiyanê ye û rojane nêzîkî 250 ton sabûn tê berhemanîn.

Ev sabûna ku wek “Sabûna Nizipê” tê binavkirin di Adara 2018an de bi awayekî fermî li ser navê navçeyê hatiye tomarkirin.

Li gor amarên Yekîtiya Hinardekarên Rojhilatê Başûr di navbera mehên Çile û Îlona 2022ê de 2 hezar û 911 ton sabûn hatiye hinardekirin ku bi 1974 tonan Iraq û Herêma Kurdistanê di rêza yekem de ne.

Herwiha 402 ton bo Sûriyê, 362 ton bo Iranê, 14 ton bo Amerikayê, 12 ton jî bo Japonyayê hatiye hinardekirin û bi bihayê 3 milyon û 63 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin ku li gor heman dema sala borî ev dahat %7.6 zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst