Daketina bihayê lîreyê Sûriyeyê rewş xirabtir kiriye: Mûçe 8 dolar e

29-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Dahata xelkê, ji xerciya pêdiviyên wan ên rojane, bi gelekî kêmtir bûye
Dahata xelkê, ji xerciya pêdiviyên wan ên rojane, bi gelekî kêmtir bûye
Nîşan Lîreyê Sûriyê Krîza Aborî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber necîgiriya nirxê lireyê Sûriyeyê, li nav bazarê bihabûneke berbiçav tê dîtin.

Daketina bihayê lîreyê Sûriyeyê bandoreke mezin li ser debara jiyana welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Dahata xelkê, ji xerciya pêdiviyên wan ên rojane bi gelekî kêmtir bûye.

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê yekê kir.

“Çareseriyeke bilez pêwîst e”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Nafii Ebdulla got:

“Ev dorpêça li ser Sûriyeyê, bi taybetî yasaya Sezar, bandoreke gelekî mezin li ser jiyana xelkê dirust kir û bi sedema wê yekê nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyeyê gelekî bilind bû.

Em dibînin ku dahata xelkê ji pêdiviyên wan gelekî kêmtir e, lewma bandora aborî li ser jiyana xelkê mezin e. Çareseriyeke bilez ji vê krîzê re pêwîst e."

Bihabûn li Rojavayê Kurdistanê

Bihayê pereyên Sûriyeyê necîgir e, êdî gihiştiye derdora navbera 12 hezar û 700, heta 13 hezar û 200 lîreyan li beramber dolarekî Amerîkayê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, mûçeyên fermanberên Rêveberiya Xweser di navbera 520 hezar û milyonek û 8 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye, ango 40 -141 dolar.

Li gorî mûçeyên fermanberên hikûmeta Sûriyeyî jî di navbera 160 hezar û 200 hezar lîre de ne, ango derdora 13-16 dolaran.

“Dahata xelkê mehane 8 dolar e”

Hevdem piraniya xelkê ne mûçexwer in û dahata wan a mehane kêmtir ji 100 hezar lîreyî ye, ango derdora 8 dolaran.

Nafii Ebdulla herweha got:

“Ew vegera rejîmê ji bo nav Komkara Erebî çareserî ji vê krîzê re nedît. Herweha danûstandinên navbera rejîmê û Îran û Tirkiye û Rûsyayê de jî nebûne çareserî ji bo krîza aborî, em dibînin çareseriya siyasî dê bibe çareseriyeke giştgir ji hemû pirsgirêkan re, ji krîza abûrî re jî.

Êdî ji bo xelkên me bi xaka xwe ve bêne girêdan, çareseriyeke bilez ji vê krîzê re pêwîst e. Em jî dibînin ku çareseriya siyasî dê bibe sedem ji çareseriya aborî re jî."

Bêhtir ji 12 sal û 4 mehan di ser krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re derbas bûne, roj bi roj ew krîz alazotir dibe û êdî jiyana xelkê jî li gorî wê rewşê asteng û zehmet dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst