Dolar li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

27-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar berdewam e û îro 27ê Îlonê dolar bi 18 lîre û 51 quruşan rekoreke nû tomar kir.

Hefteya borî piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê 100 puan daxist, lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nirxê xwe zêdetir jidest da.

Dolarek îro sibehê li beramber lîreyê Tirkî bi 18 lîre û 51 quruşan gihişt bilindtirîn asta xwe di dîrokê de. Lê nêzîkî demjimêr 11:00 dolar hinekî daket û niha li bazarên Tirkiyê her dolarek bi 18 lîre û 48 quruşan e. Euro bi 17 lîre û 80 quruş û sterlin bi 19 lîre û 93 quruşan e.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî dibe sedem ku li Tirkiyê rêjeya enflasyonê jî bilind bibe û di serî de sotemenî û xorak bihayê her tiştî jî girantir bibe. Ev jî dibe sedem ku xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rûbirûyê pirsgirêkên debarê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst