Li Trabzonê geştyarên Ereb rojane zêdeyî 100 dolaran xerc dikin

27-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Encûmena Geştê û Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Trabzonê geştyarên Ereb nêzîkî 10 rojan geştê dikin û rojane her yek ji wan 110 dolaran xerc dikin ku dike nêzîka 2 hezar lîreyên Tirkî.

Encûmena Geştê û Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Trabzonê encamên rapirsiya xwe ya ku ligel geştyarên Ereb kirine eşkere kirin.

Rapirsî li hotel û Westgeha Rêyên Derve ya Firokexaneyê ligel 200 geştyarên Ereb hatiye kirin ku 104 ji wan jin in.

Li gor rapirsiyê, geştiyar bi taybetî ji welatên wek Erebîstana Siûdî, Bahreyn û Umanê tên û piraniya wan bi malbatî tên ku 5-6 kesan li xwe digre.

Di rapirsiyê de derketiye ku geştyarên Ereb nêzîka 10 rojan li ser geşta xwe berdewam dibin û serê her kesekî xerciya wan jî 110 dolar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst