Malnişînan xwest mûçeyên wan bên zêdekirin

26-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan CHP Enqere Mitîng Malnişîn
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - CHPyê ji bo balê bikşîne ser rewşa xanenişînan li Enqereyê mitîngek li dar xist.

Li Tirkiyê mijareke ku di rojevê de ye mijara mûçeyê xanenişînan e. Niha xanenişîn derdora 10 hezar lîreyan distînin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) mitîngek ji bo piştevaniyan li dar xist.

Xanenişîn li Meydana Tandoganê ya Enqereyê kom bûn û wan xwest ku mûçeya herî kêm bibe 20 hezar lîre.

Li gorî beşek şîrovekaran, AK Partiyê xanenişîn piştguh kiriye û ew jî bûye sedem ku di helbijartinên heremî de dengên wê kêm bibin.

Xanenişîn jî dibêjin ku heta ku ew  birçî bin ew dengê xwe nadin AK Partiyê.

Car bi diruşm û sloganan car bi klam û stranan xanenişîn dixwazin dengê xwe bigehînin hikumeta Tirkiyeyê.

Ji gelek bajarên Tirkiyeyê xanenişîn bi daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe kom bûn.

“Em nikarin debara xwe bikin”

Xanenişînê bi navê Hasan Açikgoz got:

“Ez neçar im cotkariyê bikim, baran nebarî û em birçî man. Em perîşan in.

Em jî rabûn hatine mitîngê. Em jî însan in. Em jî hemwelatî ne.

Bi xwe 5 milyonan distînin çavê wan li deh hezarê me ye.”

Xanenişînê bi navê Aydin Işik ê ji bajarê Qeyseriyê çûye Enqerêyê.

Wî 24 salan wekî fermanber xizmet kiriye û heman demê astengdar e.

Li gorî gotina wî, AK Partî ji ber helwesta li hemberî xanenişînan di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser neketiye û xanenişînan jî dengê xwe daye mixalefetê.

“Me ji ber rewşa niha dengê xwe neda desthilatê”

Aydin Işik ji Rûdawê re got:

“Eger kesek nekare debara xwe bike dengê xwe nade desthilatê.

Belê me ji ber rewşa heyî dengê xwe neda desthilatê.

Em edaletê dixwazin, em di mûçeyan de wekheviyê dixwazin.

Kes nikare bi 10 hezar lîreyan bijî. Xanenişînîne ew e ku deh hezar lîreyan bidin me.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî di mitîngê de axivî û  careke din bangê hikumetê kir ku guhê xwe bide daxwazên xanenişînan.

“Em edalet û demokrasiyê dixwazin”

Xanenişîna bi navê Nerîman Ekenê jî daxwaza xwe wiha anî ziman:

“Me salên xwe dan, me bi salan xizmet kir niha 10 hezar lîreyan didin me. Her tişt gelekî biha ne.

Em li vir nikarin deh lîreyan xerc bikin. Em birçî ne. Em edalet û demokrasiyê dixwazin.”

Xanenişînê bi navê Mehmet Bektaş jî behsa azadiyê kir û got:

“Heta ku kesek azad nebe nikare mafê xwe jî biparêze.  Eger dema ew azad bibin dikarin mafên xwe jî biparêzin.”

Sala 2024ê Hikûmeta Tirkiyeyê tenê ji sedî 5 ya  budçeya salane ji bo mûçe û xercên  xanenîşinan terxan kiriye.

Sala 2023yê ev rêjê ji sedî 7 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst