Daketina nirxê tûmenê Îranî li beramber dolarê Amerîkî rekorek nû şikand

26-02-2023
RÛDAW
Nirxê tûmen li beramber dolar her ku diçe dadikeve.
Nirxê tûmen li beramber dolar her ku diçe dadikeve.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro daketina nirxê tûmenê Îranê li berambr dolarê Amerîkî rekoreke nû şikand û her dolareke Amerîkî sînorê 60 hezar tûmenê Îranê derbas kir. Rêvebirê Navenda Guhertina Dirav û Zêr Emîr Hemûnî dibêje, li gor pêwîstiya bazarê pere tê danîn.

Rexnegir jî dibêjin, heta ku hikûmet bazara azad nas neke, kontrolkirina nirxê diravê Îranê zehmet e.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî, welatên rojava û Amerîkayê tawanbar dike, ku hewil didin careke din welatiyên Îranê dakevin cadde û kolanan û xwepêşandanan lidar bixin.

Parlemanterê Îranê Elî Esxerî Baqirzade rexneyên tund li tîma aborî ya kabîneya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî digire û dibêje: “Birêz Reîsî tîma we ya aborî bê plan e û lawaz e. Girîngî bidin me, heta kengî xelk bibin qurbaniyê rêvebirina xirab a berpirsan.”

Par hikûmeta Îranê çend projeyên cuda jibo kontrolkirin û bihêzkirina pereyê xwe ceriband, lê bi ser neket, weke mînak hefteya derbasbûyî firotina dolar û euro bi karta niştîmanî rawestan, lê doh ew biryar betal kir.

Hikûmetê vê dawiyê hewl daye bi tepeserkirina bazara azad nirxê tûmen bilind bike. Hejmarek mezin ji çalakvanên bazarên diravî hatine girtin, pevguhertina diravan li derveyî nirxê pejirandî yê hikûmetê qedexe ye û kirîn û firotina dolar bi nirxê rojên dahatî jî qedexe ye.

Parlamenter Xulamriza Merheba jî dibêje, Banka Navendî siyaseta berê dubare dike û encamên van siyasetan dê wek berê be û bi ser nekeve.

Banka Navendî ya Îranê ji doh ve hewil dide bi navê navenda pevguhertina dirav û zêr pêk bîne, îro buhayê dolar li bazarê 41 hezar û 760 tûmen bû.

Rêvebirê wê navendê Emîr Hemûnî jî dibêje, li gor pêwîstiya bazarê pere tê danîn û dibe ku nirxê diravan dakeve.

Rexnegir dibêjin, heta ku hikûmet bazara azad nas neke, kontrolkirina nirxê diravê Îranê zehmet e.

Berpirsên hikûmetê jî dibêjin, daketina nirxê tûmen ji ber sedemên ne aborî ye.

Wezîrê Navxwe Ehmed Wehîdî dibêje, dijminan di xwepêşandanan de ti tiştek bi dest nexistine, lewma destwerdana aborî û diravî dikin û dixwazin bi vê yekê xwepêşandanan çêbikin.

Barzan Mihemed, bzirganekî Îranê dibêje, “Hikûmeta Îranê ji bo kontrolkirina dirav destgirtî maye, ji ber wê behs tê kirin ku ji bo seqamgîriya bazarê pêwîstî bi guhertinên siyasî li Îranê heye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst