TIRKIYE – 33 milyon dosyeyên deynan li daîreyên îcrayê hene

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Deyn Dosya Îcra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara dosyeyên deynan ên di bin şopandina yasayî de yên li daîreyên îcrayê gihiştiye 33 milyon 275 hezar û 632 dosyeyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, qeyrana aborî her diçe kûrtir dibe û hejmara kesên deyndar zêde dibe.

Li gorî amarên daîreyên îcrayê ên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, sala 2022yan hejmara dosyeyên deynan ên di bin şopandina yasayî de yên li daîreyên îcrayê gihiştiye 33 milyon 275 hezar û 632 dosyeyan.

Ew dosya di rapora Dadgeha Bilind (Sayiştay) de cih digrin.

Hejmara dosyeyên li îcrayê di navbera salên 2016-2022yan de ji sedî 27 zêde bûye.

Di 7 salan de 6 milyon û 255 hezar û 482 dosye ji daîreyên îcrayê re hatine şandin ku daxwaza 112 milyar û 413 milyon û 996 hezar û 782 lîre deyn dihat kirin.

Tenê ji sedî 38,33yê wî deynî hatiye wergirtin ku dike 43 milyar û 93 milyon û 821 hezar û 221 lîre.

Li gorî raporê, hejmara karmendên îcrayê têra wê yekê nake ku karên hemû dosyeyan bikin.

Li 17 bajaran serê her karmendekî zêdeyî 5 hezar dosya û li bajarên din jî serê her karmendekî zêdeyî 2 hezar dosye dikevin.

Di 7 salên dawî de li ser 758 hezar û 168 mal, dikan û kelûpelên din û 450 hezar û 406 milk, xanî û erd karên îcrayê hatine destpêkirin.

Ji wan tenê 13 hezar û 713 mal, dikan, xanî, milk û erd bi rêya daîreyên îcrayê hatine firotin.

Herwiha derbarê 781 hezar û 956 otomobîlên ku xwediyê wan deyndar in karê îcrayê (heciz) hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst