Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê ragihand ku meaşê herî kêm ê sala 2025an dê 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî be.
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan da zanîn ku wan meaşê herî kêm ji sedî 30 zêde kiriye.
Îro danê êvarê çaremîn civîna Komîsyona Diyarkirina Meaşê Herî Kêm ê sala 2025an pêk hat.
Civîna çaremîn bi serokatiya Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan saet 20:30an li wezaretê dest pê kir, heyeta TURK-ÎŞê beşdarî civînê nebû.
Piştî hevdîtinê Işikhan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan got:
“Me meaşê herî kêm ê ku dê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an pê ve derbas bibe wekî 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî diyar kir.”
Komîsyonê 10ê mehê civîna xwe ya yekem, 16ê mehê civîna duyem û 19ê mehê civîna sêyem li dar xistibû.
Di Komîsyona Diyarkirina Meaşê Herî Kêm de ku ji 15 kesan pêk tê, karker ji aliyê TURK-ÎŞê ve û xwedî kar jî ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) ve tên temsîlkirin.
Di komîsyonê de her yek ji wezaret, TURK-ÎŞ û TÎSKê 5 endam hene.
Daxuyaniya Erdogan
Piştî ku meaşê herî kêm hat eşkerekirin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe da got:
“Sala 2025an meaşê herî kêm dê 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî be ku ji sedî 30 hat zêdekirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse