APIKUR: Em li bendê ne ku Îraq projeyasaya petrolê pesend bike

4 demjimêr berê
 Myles Caggins bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdawê
Myles Caggins bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdawê
Nîşan APIKUR Myles Caggins Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Myles Cagginsê Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) got, “Em li bendê ne ku Parlamentoya Îraqê projeyasaya petrolê pesend bike.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Myles Cagginsê Berdevkê APIKURê beşdarî bultena Rûdawê bû pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Myles Caggins diyar kir ku xisara rawestandina Petrola Kurdistanê 23-24 milyar dolar e.

“Peymanên me yasayî ne”

Caggins amaje pê kir ku peymanên Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê yasayî ne û got:

“Ev çend sal in ku em dibêjin peymanên me yasayî ne û Dadgeha Navbeynkariyê ya Londonê piştevaniyê li wan dike.

Niha li Îraqê her kes tê gihiştiye ku peymanên şirketên petrolê yên navneteweyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş, dadperwer û yasayî ne.”

“Divê pere garantî bin”

Myles Caggins diyar kir, ji bo şandina petrolê ducare dest pê bike divê Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê sererast û pesend bike û berdewam kir:

“Ji bo ku kompanya dest bi hilberînê bikin pêwîst e li gel hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistan û Wezareta Petrolê çend civînan bikin û rêkeftina dawî bê kirin û dana pereyên berê û yên bê were garantîkirin.”

Li gorî agahiyên ku Myles Caggins dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê herî kêm bi qedera milyarek dolar deyndarê şirketên petrolê ye.

Wî daxuyand, şirketên petrolê dixwazin Hewlêr û Bexda garantî bikin ku şirtek dê pereyên xwe bistînin.

Berdevkê APIKURê got, “Em li bendê ne ku Parlamentoya Îraqê projeyasaya petrolê bixe dengdanê û pesend bike.

Divê di yasaya butceyê de pereyên kompanyayên petrolê bên diyarkirin.

Rawestandina petrolê zerer gihandiye hikûmet, şirket û welatiyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst