Dolar li hember lîreyê Tirkî rekora 2022an şikand

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî berdewam e û îro 25ê Temûzê dolarek gihişte 17.80 lîreyan û rekora sala 2022an tomar kir. Euro jî gihişte 18.15 lîreyan.

Çavê bazarên cîhanê li biryara Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ya faîzê ye. FED 26-27ê Temûzê dicive û tê çaverêkirin rêjeya faîzê 75 puan bilind bike. Bilindkirina faîzê dê nirxê dolar li hember pereyên welatên din bilindtir bike.

Herwiha Banka Navendî ya Tirkiyê jî vê hefteyê pêşbîniya rêjeya enflasyonê ya dawiya salê diguhere. Banka Navendî, pêştir pêşbîniya enflasyona dawiya sala 2022an wek %42.8 eşkere kiribû, lê di nîvê sala 2022an de enflasyonê %70 derbas kiribû.

Ev her du biryar dê rasterast bandorê li nirxê lîreyê Tirkî bikin. Îro 25ê Temûzê dolarek li hember lîreyê Tirkî gihişte 17.80 lîreyan û piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê FEDê ve tê çaverêkirin, dolar li hember lîreyê Tirkî zêdetir bilind bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst