Rekoreke nû; Dolarê Amerîkî 23 lîre derbas kir

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e û îro bi vebûna bazaran 1 dolarê Amerîkî 23 lîreyê Tirkî derbas kir.

Ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmeta Tirkiyê ku polîtîkaya sereke daxistina rêjeya faîzê ye, ev demeke daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam û rojane rekorên nû tomar dike.

Şeva borî dema bazar hatin girtin yek dolarê amerîkî gihiştibû 22 lîre û 20 quruşan, lê vê sibê roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an bi vebûna bazaran 1 dolar gihişt 22 lîre û 83 quruşan. Piştî demeke kurt, daketina bihayê lîre hêj berdewam bû û her dolareke Amerîkî gihîşt 23 lîre û 1o quruşan.

Ev di demekê de ye berî hilbijartinên 14ê Gulanê yek dolarê Amerîkî bi derdora 19 lîre û 50 quruşan bû. Berî gera dûyeme ya hilbijartina serokkomariyê jî yek dolarê Amerîkî bi 19 lîre û 97 quruşan bû. Piştî hilbijartinên 28ê Gulanê ligel îro di 8 rojên vekirina bazaran de nirxê yek dolarî li bazarên Tirkiyê zêdeyî 2 lîre û nîv zêde bûye.

Ev di demekê de ye Hikumeta nû ya Tirkiyê di kabîneya xwe de wek Wezîrê Xezîne û Darayî cih daye Wezîrê berê yê Aboriya Tirkiyê Mehmet Şîmeşk û hêvî dike ku aboriya Tirkiyê vegerîne rewşa berê û nirxê lîreyê Tirkî hinekî bilind bike.

Şîmşek wek Wezîrê Darayî di yekem peyama xwe de gotibû, di warê aborî de  “Ji bilî vegerîna bo polîtîkayên rasyonel ti rêyeke Tirkiyê nemaye.” Ev peyam jî tê wê wateyê ku Mehmet Şîmşek dê di warê aborî de polîtîkayên berovajî yên hikûmeta berî niha bide meşandin û çavê bazaran li pêngavên wî yên nû yên aborî ne.

Aborînasên Tirkiyê sedema sereke ya daketina nirxê lîreyê Tirkiyê bi daxistina rêjeya faîzû xerckirina yedekên dirav  ên Banka Navendî ya Tirkiyê ve girê didin. Behsa wê yekê dikin ku eger heye yek dolarê Amerîkî heta dawiya îsal 28 lîreyên Tirkî derbas bike.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst