Ji Dolar rekoreke nû: 25 TL derbas kir

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dolar TL kuru Lîreyê Tirkî Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê lîre li hember dolarê Amerîkî dîsan daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê îduh biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de aşkere kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê duh ragihand, rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.

Piştî biryarê, bihayê dolar û euro li hember lîreyê Tirkî berovajî texmînan careke din bilind bû.

Li gor borseyên Tirkiyê, a niha di saet 08:15an de bihayê dolarekî Amerîkî gihîştiye 25.14 lîreyê Tirkî.

Herwiha bihayê her euroyek jî bûye 27.60 lîreyê Tirkî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst