Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand, “Rêjeya baca Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeyê ji sedî 10 e û biryara zêdekirina bacê ya Amerîkayê dê hinekî bandorê li me bike.”
Omer Bolat da zanîn, Amerîka bi biryara baca gumrikê dixwaze kêmasiya bazirganiya xwe ya derve kêm bike.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat di civîneke çapemeniyê de li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a zêdekirina bacê axivî.
Omer Bolat amaje bi wê yekê da ku ji bo rakirina ji sedî 10ê bacê ew dê li gel Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê gotûbêjê bikin û ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganiyê dê hevdîtinên wan hebin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiye Omer Bolat anî ziman:
“Biryara zêdekirina bacê ya Amerîkayê dê hinekî bandore li me bike.
Ji ber ku Amerîkayê ji bo wan welatên ku rikeberê me ne, zêdetir bac diyar kiriye û dê li bazara Amerîkayê qadek ji bo me bê vekirin ku ji bo me rewş baştir dibe.
Wekî Wezaret ji xwe çend meh in em kar dikin, di warê sektor û berheman de me amadekariya xwe kiriye.
Serokê Amerîkayê gotibû di vê mijarê de ew amade ne ku li gel welatan nîqaşan bikin.
Em dê di nîvê meha Gulanê de bi şandeyekê ku ji sektora taybet û hikumî pêk tê biçin Amerikayê û li gel kesên berpirs rûnin û gotûbêjan bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse