Xelkê Rojava ji buhabûna nirxê goşt bi gazin in

24-05-2021
Xalid Cemîl Mihemed
Nirxê goştê sor li Rojavayê Kurdistanê gelek buha bûye.
Nirxê goştê sor li Rojavayê Kurdistanê gelek buha bûye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê nirxê goştê ajelan bi 18 hezar heta 20 hezar lîreyên Sûrî ye, lewma ji ber buhabûna nirxê goşt gelek malbat bi mehan goşt naxwin û nikarin bikirin.

Tevî ku nirxê ajelan li herêmên Rojavayê Kurdistanê bi sedema hişkesaliyê û buhabûna nirxê êm arzan jî bûye, lê nirxê goştê sor hîn jî bilind e û li ser sifreya xwarina hijmareke mezin ji xelkê nayê dîtin.

Welatî jî derbarê firotina ajelan bo derve gazinên xwe dikin û dibêjin, ev dibe sedema buhabûna nirxê goşt.

Mihemed Emîn kesekî karker e ,mûçeyê wî yê rojane têra nîv kîlo goşt nake.

Yek kîlo goşt li bazarê bi 18 heta 20 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin û goştê ajelên zeîf jî bi derdora 13 heta 15 hezar lîreyan tê firotin.

Mihemd Emîn Hisên dibêje: “Ez karkerekî asayî me, ez nikarim goşt bikirim. Demeke dirêj e ku min goşt nekiriye û ez tême bazarê, ez dibînim ku 15-20 hezarî ye, buha ye û ji min nayê ku bikirim. Serê heftiyekê ez mirîşkekê dikirim û ewqas, zarokên min jî gelek in û ez nikarim.”

Welatiyê bi anvê Hefzela Ebdulla jî dibêje, “Bimîne xusar e, bifiroşî xusar e, xwedî bikî xusare, çi lê bikî xusar e.., a niha min ji te re got, yên weke wê bi 250-300 (lîre) ye û min ev bi 225an kirî ye. Bazirgan biryarê li ser nirx didin, yên ku zirarê dibînin xwedî pez in.”

Li bazara goşt a Qamişlo 77 dukan hene, di dema erzaniya goşt de rojane goştê zêdetir ji 100 ajelî dihate firotin, lê piştî kirîza buhabûnê rojane goştê 25 ajelan jî nayê firotin.

Li gorî goştfiroşan tenê ziyan gihiştiye xwedanên pez ên li gund û malan ,lê bazirganên pez û xwedanên xanan ziyan li wan nebûye û nirxê goştê golik û bexan erzan nabe, jiber ku bazirganiya pez di deriyê sînorî yê Sêmalka re hîn jî berdewam e.

Şivan Osman goştfiroşekî li bajarê Qamişlo jî dibjêje: “Goştê me yê golik û negona ye, ew li xanê xwedî dibe îro, elef buha ye, ji ber wê goşt di navbera 18 heta 20 hezarî ye. Ew goştê dibêjin erzan e, ew yê gunda ye, çêra pez îsal nîne, baran nehatine. Goştê berxan 13 heta 15 hezar (lîreyî) hatiye firotin îro, yê çêlekan 17-18 hezarî ye û yê golikan jî 18 heta 20 hezarî tê firotin.”

Li gorî yasayan li hemû welatan nabe makên ajelan bêne gurandin, jibilî yên nexweş û kêmendam, lewma jêdera sereke ji goşt re golik û berx in.

Hin aborînas sedema buhabûna goşt girê didin bi hinardeya berx û golikan bo derveyî Rojavayê Kurdistanê, çimkî li bazarên xwecehî bi lîreya Sûriyê tê firotin, lê li derveyî herêmê bi dolar tê firotin, ji ber wê jî nirxê goşt buha ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst