KRÎZA ABORÎ - Hejarî ji sedî 96 zêde bûye

Duh li 10:33
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Krîza Aborî Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê, 10 salên dawî rêjeya malbatên ku alîkariya hejariyê werdigirin ji sedî 96 zêde bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gel krîza aborî hejarî û xizanbûna civakê jî roj bi roj zêdetir dibin.

Li gorî amarên Wezaretê, 10 salên dawî hejmara malbatên ku alîkariya hejariyê werdigirin ji sedî 96 zêde bûye û niha 4 milyon û 444 hezar û 73 malbat ji dewletê alîkariya hejariyê werdigirin.

Sala 2013an 2 milyon û 266 hezar û 500 malbatan alîkariya hejariyê werdigirt.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kes di bin navên "hejarî, nexweşî, zarokî, kal û pîrî, jinebîtî û seqetiyê" de ji dewletê alîkariyên civakî werdigirin û bi vî awayî debara xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst