Banka Navendî ya Tirkiyeyê careke din rêjeya faîzê bilind kir

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Faîz Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê ji sedî 25an ji bo ji sedî 30ê bilind kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civiya û piştî civînê biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Piştî civîna Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê wek ku aborînasan jî pêşbînî dikir rêjeya faîzê hat bilindkirin.

Rêjeya faîzê 500 pûan hat zêdekirin û ji sedî 25an ji bo ji sedî 30ê hat bilindkirin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê herî dawî 23yê Sibata 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 9an ji bo ji sedî 8.5an kêm kiribû.

Piştî Hafize Gaye Erkan bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê êdî berê faîzê guherî piştî 27 mehan dest bi bilindkirina faîzê hat kirin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, 22yê Hezîrana 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 8.5an ji bo ji sedî 15an bilind kir.

Roja 24ê Tebaxa 2023an jî rêjeya faîzê ji sedî 17,5an ji bo ji sedî 25an bilind kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, weke polîtîkaya aboriyê li dijî bilindkirina faîzê bû.

Piştî ku Mehmet Şîmşek bû Wezîrê Xezîne û Darayiyê razî bû ku rêjeya faîzê bê bilindkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst