Banka Navendî ya Tirkiyeyê texmîna enflasyonê eşkere kir

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Enflasyon Texmîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatih Karahan ragihand ku texmîna wan a enflasyonê neguheriye.

Fatih Karahan diyar kir texmîna wan a enflasyonê ji bo dawiya sala 2024an ji sedî 36, ji bo dawiya sala 2025an ji sedî 14 û ji bo dawiya sala 2026an ji sedî 9 e.

Fatih Karahan li Navenda Îdareyê ya Banka Navendî, îro 1emîn Rapora Enflasyonê eşkere kir.

Karahan da zanîn ku heta enflasyon bi awayekî berbiçav danekeve dê polîtîkaya tund a pereyan û rêjeya faîzê ya niha bidomînin.

"Pêşbîniyên enflasyonê neguheriye"

Karahan got:

“Di vê çarçoveyê de pêşbîniyên enflasyonê neguheriye û wekî pêştir ji bo dawiya sala 2024an ji serdî 36, ji bo dawiya sala 2025an ji sedî 14 û ji bo dawiya sala 2026an ji sedî 9 e.

Asta herî kêm û zêde jî ji bo dawiya sala 2024an ji sedî 30 û ji sedî 42, ji bo dawiya sala 2025an ji sedî 7 û ji sedî 21 e.

Sala 2026an dê dakeve ji sedî 9an û di demeke navîn de jî dakeve ji sedî 5an û îstiqrarek çêbe.”

Karahan got jî dê di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de ji bilî meha kanûna paşînê enflasyona mehane ji sedî 3-4 be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst