Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest ji kar kişand

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hafîze Gaye Erkan Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê dest ji kar kişand.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê li ser hesabê xwe yê Xê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dest ji kar dikişîne.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê di parvekirina xwe de anî ziman:

“Weke ku raya giştî jî dizane ez ji 8ê Hezîrana 2023yan vir ve Serokatiya Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê dikim.

Ez ji bo ku xizmeta dewlet û miletê xwe bikim bi şev û roj xebitîm. Di vê xalê de bernameya me ya aboriyê berhemên xwe yên destpêkê dan.

Zêdebûna di rezervên me de, amarên aborî û nîşaneyên meyla sereke ya enflasyonê îsbata vê serkeftinê ye.

Tevî van hemû geşedanên erênî, di van demên dawî de li dijî min kampanyayeke mezin a sûîqeata îtibarê hat kirin.

Ji bo ku malbat û zarokê min ê bêguneh ê ku hîn ne yek salî ye zêdetir bi bandor nebin, min ji Serokkomarê me xwest ku ez ji erkê xwe efûyê (îstifa) dixwazim.”

Prof. Dr. Hafîze Gaye Erkan kî ye?

Hafîze Gaye Erkan sala 1982yan li Stenbolê ji dayik bûye.

Wê 2001ê Zanîngeha Bogazîçiyê beşa Endezyariya Endustriyê qedand.

Herwiha 2005an li Zanîngeha Princetona Amerikayê doktoraya xwe kir.

Hafîze Gaye Erkanê li Harvard Business Schoolê Zanistên Rêvebirinê û li Zanîngeha Stanfordê jî Rêveberî qedand.

Wê ji sala 2014an li First Republic Bankê 8 salan wek Co-CEO kar kir û 2 salan jî li Tiffany&Coyê wekî Endama Desteya Rêveber kar kir.

Hafîze Gaye Erkanê ji 8ê Hezîrana 2023yan vir ve Serokatiya Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst