Deynê sektora taybet ê derve gihişt 164 milyar dolaran

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Deyn Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deynê sektora taybet ku bi rêya krediyan ji derveyî welat werdigirin sala 2023yan 4,8 milyar dolaran zêde bûye û gihiştiye 163 milyar û 600 milyon dolarî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, rapora meha Çiriya Paşîna 2023yan a deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat eşkere kir.

Li gorî raporê, heta dawiya meha Çiriya Paşîna 2023yan deynê sektora taybet ê krediyên derveyî welat li gorî sala 2022yan 4,8 milyar dolaran zêde bûye û gihiştiye 163 milyar û 600 milyon dolarî.

Ji vî deynî bi zêdebûna 3,5 milyar dolaran 154,2 milyar dolar deynê demdirêj e û bi zêdebûna 1,3 milyar dolaran jî 9,4 milyar dolar deynê demkurt e.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê di rapora xwe de diyar kiriye ku ji deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat ê bankeyan meha Çiriya Paşîna 2023yan li gorî dawiya sala 2022yan 3 milyar û 200 milyon dolar zêde bûye.

Herwiha deynê saziyên fînansê ku karê bankan nakin biqasî 1,2 milyon dolarî kêm bûye, saziyên din ên ku karê fînansê nakin deynê wan ê krediyên derveyî welat jî biqasî 360 milyon dolarî daketiye.

Ji deynê Tirkiyeyê yê demdirêj ê derve, ji sedî 58,5 bi dolar, ji sedî 36,1 bi euro, ji sedî 2,2 bi lîreyê Tirkî û ji sedî 3,2 jî bi pereyên welatên din e.

Ji deynê Tirkiyeyê yê demkurt ê derve, ji sedî 40,2 bi dolar, ji sedî 31,1 bi euro, ji sedî 23 bi lîreyê Tirkî û ji sedî 5,7 jî bi pereyên welatên din e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst