Lûtkeya Bazirganiyê ya Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê destpê kir

21-05-2023
Lûtkeya Aboriyê ya Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê birêve diçe
Lûtkeya Aboriyê ya Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê birêve diçe
Nîşan Lûtkeya Aborî Herêma Kurdistanê Iraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê 7emîn Lutkeya Bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê de destpê kir. Biryar e ev lûtke du rojan berdewam be.

Hejmarek karsaz, bazirgan û endamên jorên bazirganiyên Herêma Kurdistanê û Iraq'ê û beşek Tirkiyeyê ji bo 7emîn Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya Iraq û Tirkiyê li Hewlêrê civiyan. Lûtkeya navborî bi mebesta geşepêdana bazirganiya di navbera Tirkiye, herêma Kurdistanê û Iraqê de tê encam dan.

Di lûtkeyê de odeyên bazirganiyê û xwedîkar û bazirganên Herêma Kurdistan û Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gotûbûjan dikin û rêkeftin û di navbera kompaniyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tên kirin.

Beşek ji wan komaniyên ku beşdar in, berî niha ofîsên wan li Herêma Kurdistanê hebûne û dixwazin karên xwe berfireh bikin. 

Beşeke din ji wan kompaniyan cara yekemîn e ku hatine Herêma Kurdistanê.

Di lûtkeyê de kompaniyên warên cuda ji madeyên xwarinê heta ku digihêje kelûpelên nav mal û bînasaziyê jî beşdar in.

Xwediyê Kompaniyê Hacî Îdrîs dibêje: “Li Iraq û Kurdistanê li şûna ku goşt ji Endenozyayê, Malezya û Kuba bînin, bila ji Tirkiyê bajarê Mêrsînê bînin, em nêzîk in em dê bidin wan. Berhemên me hemû sirûştî û xwemalî ne û em wan ji kalikên gûzan û findiqan û ji dendikên zeytûnan çêdikin. Em li Tirkiyê bixwe çêdikin û em dixwazin bidin Kurdistanê jî.”

Xwediyê kompaniyê Welî Ertûşî jî got: “Em ji sala 2003yan ve bi awayekî çalak li Herêma Kurdistanê û Iraqê projeyên xwe berdewam dikin. Bazareke gelek baş ji bo karsazên herdu aliyan heye. Herwiha em kêfxweş in ku me jî di avadankirina Herêma Kurdistanê de rol hebûye.”

Xwendekar Handan Atay jî got: “Ti armanca min a şirîkatiyekê bikim nebû, ez hatime xwe bidim nasîn.”

Xwediyê kargeha Daristanê Xayal Erkan derbarê mebesta xwe ya beşdarkirina lûtkeyê de wiha got: “Em hatine vê derê bazareke nû bikin, hêviya me ew e ku em xwe mezin bikin û qehweya xwe li mişteriyên baş bidin naskirin. Ez qehwa kezwanan çêdikim û kargeh a min bixwe ye. Qehwa me sedî sed ji kezwanan tê çêkirin. Em dixwazin qehwa xwe li bazara Herêma Kurdistanê jî bifiroşin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst