Piştî mazotê benzîn jî biha dibe

20-10-2023
Nîşan Mazot Benzîn Bihabûn Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe benzîn bi qasî 1,48 lîreyan biha dibe.

Şerê Îsraîl û Hemasê bandor li bihayên mazot û benzînê kir.

Piştî vî şerî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mazot û benzîn bihatir bûn.

Mazot 17ê vê mehê bi qasî 2,23 lîreyan biha bûbû.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sibe jî benzîn bi qasî 1,48 lîreya biha dibe.

Li Stenbolê niha lîtreya benzînê bi 33,64 lîreyan tê firotin.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya benzînê di navbera 18 û 19 lîreyan de bû.

Ji 14ê Gulanê heta niha benzîn ji sedî 90, mazot jî ji sedî 100 biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst