Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot 2,23 lîre biha bû

17-10-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe bihayê mazotê 2,23 lîre hat zêdekirin.

Şerê Îsraîl û Filistînê bandor li bihayê mazot û benzînê kir û bihayê mazotê ji îro pê ve hat zêdekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê bihayê mazotê 2,23 lîre hat zêdekirin.

Bi bihayê nû lîtreya mazotê li Stenbolê bû 39,58 lîre, li Enqereyê 40,16 lîre û li Îzmirê jî bû 40,34 lîreyên Tirkî.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyeke mazotê 40 lîreyî derbas kir.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya mazotê bi 18,58 lîreyên Tirkî bû.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê û heta niha bihayê mazotê zêdetirî ji sedî 100 hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre, 11ê Tebaxê 1,80 lîre, 22ê Tebaxê lîreyek û 13ê Îlonê jî 2,03 lîre hatibû zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst