Li Duhokê buhaya pez û çêlan du qat bilind bûye

18-04-2023
Nayîf Remezan
Buhaya pez û ajelên din li Duhokê giran bûye
Buhaya pez û ajelên din li Duhokê giran bûye
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Buhaya pez û ajeên din weke çêl û golikan li gor sala borî nêzîkî du qat zêde bûye, kesên kirîn û firotinê bi ajelan dikin dibêjin ku îsal her çêlek 600 hezar dînar û pez 250 hezar dînar çûye ser. Rêveberê Samanên Ajel li Duhokê dibêje ku welatên pez û dewar lê dihatin hinardekirin buha giran kiribûn, herwiha hawirdekirin li Sûriyê hatibû rawestandin ku niha careke din destpê kiriye û dibe ku buhaya wan dîsa nizim bibe.

Li Duhokê buhaya hin ajelan du qat zêde bûye, lê di nêzîkbûna cejnê de ew dibêjin bazar germ e û kiryar jî hene. 

Bazirgan Ceifer Omer dibêje: “Her çêlek li gor mezînbûna xwe nêzîkî 500 hezar dînar çûye ser û çêla stewr par me bi 500 hezar hate milyomek dikirî, lê niha çêl bi milyonek û 600 hezarî ye û heta milyonek û 800 hezarî diçe.”

Cotê mih, bizin û berxan jî 250 hezar heta 500 hezar dînaran çûye ser. Cota mihên zayîn niha bi 600 hezar û heta milyonek û 100 hezarî ye. Cota berxan jî bi 400 hezar heta 650 hezaran e. Cotê mihên goştî bi 550 hezar heta 600 hezarî ye.

Bazirgan Murad Umer jî got: “Îsal li gor par, 250 hezar heta 300 hezar dînar çûye ser bihayên mihan. Mihên zayîn jî 400 hezar heta 500 hezar dînaran ferq heye li gor yên par.”

Tevî bilindbûna buhayan bazar germ e û tejî kiryar û firoşyar hene.

Hawirdekirina ajelan ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatibû ragirtin, lê nzîkî heftyek e destpê kiriye û reng e hetaa yek du heftyên din buha dakevin.

Rêveberê Samanê Ajel li Duhokê  Rêdîr Sedîq jî got: “Ji wan welatên dihatin hawirdekirin jî buhayên wan giran bibû, ya duyem jî van welatên cîran jî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hinardekirin ragirtibû. Niha ji Sûriyê ajel tên vê yekê jî wiha kiriye ku biçek buha kêm bibe.”

Ji ber giranbûna buhayên ajelan, her kîloyeke goştê 4 hezar dînar çûne ser. Li duhokê kîloyeke goştê golikan bi 20 hezar dînaran e, goştê berxî bi 18 hezar dînaran e, û mih û bizinan jî bi 16 hezar dînaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst