Standard Chartered: Heta dawiya salê dolar dibe 20 lîreyê Tirkî

18-01-2022
RÛDAW
Nîşan Standard Chartered Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (rûdaw) - Kompanya fînans û bankê Bankeya Standard Chartered ku navenda wê li Brîtanyayê ye texmîna xwe ya nirxê dolar yê dawiya sala 2022an ji 12 lîreyan bo 20 lîreyên Tirkî zêde kir û li gor bankeyê sala bê jî dê dolar bigihe 30 lîreyên Tirkî.

Bankeya Standard Chartered di raporta xwe ya dawî ya lêkolînê de cîh da analîzên li ser aboriya Tirkiyê jî û tê gotin ku piştî liv û tevgera nirxê Kanûna 2021ê guherîna nirxê lîreyê Tirkî Bitcoin jî derbas kiriye û heta dawiya sala 2023an tê texmîn kirin ku dolar bibe 28 lîreyên Tirkî.

Bankeya navborî di raporta xwe de dibêje dema rêbeza polîtîkaya heterodoks û enflasyona zêde ya ji sedî 36 gihiştin hev di nirxê lireyê Tirkî de şikandinek çêbû û ji ber vê yekê jî wan texmîna xwe ya nirxê dolar yê dawiya sala 2022an ji asta 12an bilind kirine bo 20 lîreyên Tirkî.

Li gor raportê eger havînê sektora geştyariyê geş bibe jî nikare vê rewşê biguherîne û rêbaza nû ya parastina nirx jî dê zêdetir metirsiyê li ser rewşa aborî çêbike. Li aliyê din li Tirkiye îro Sêşembê 18ê Çileya 2022an yek dolarê Amerîkî bi 13.48 lîreyê Tirkî tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst