Li Bakurê Kurdistanê lîtreya mazotê dê bi ser 40 lîreyî bikeve

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja çarşemê û şûnde lîtreya mazotê 1 lîre 50 qurûşî biha dibê.

Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bac hatin zêdekirin û lireyê Tirkî nirxê xwe ji dest da, her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê jî 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre û 11ê Tebaxê jî 1,80 lîreyan hatibû zêdekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, 13ê Îlonê  bihayê mazotê lîreyek û 50 qurûşî tê zêdekirin.

Bi bihayên nû re lîtreya mazotê li Stenbolê dê ji 37,86 lîreyan bibe 39,36 lîre.

Herwiha dê lîtreyeke mazotê li Enqereyê bi 39,95 lîre û Îzmîrê jî bi 40,16 lîreyan bê firotin.

Li aliyê din li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyek mazot dê 40 lîreyî derbas bike.

Herwiha tê çaverêkirin bihayê benzînê jî nêzîkî lîreyekê bê zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst