Mazot careke din biha bû!

22-08-2023
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot careke din biha bû.

Bi bihayê nû re lîtreyeke mazotê gihişt 37 lîre û 80 quruşî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûn didome.

Her ku lîreyê Tirkî li beramberî dolar û diravên biyanî bêqîmet dibe, wekî gelek kelûpelên din mazot, gaz û benzîn jî biha dibin.

Li gorî zanyariyên sektora petrolê, şeva borî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreyeke motorînê lîreyekî hat zêdekirin.

Hat ragihandin ku dê biryar îro were cîbicîkirin.

Li gorî bihayê nû li Stenbolê lîtreya mazotê bû 37 lîre û 80 quruş, li Enqereyê bû 38 lîre û 36 quruş û li Îzmîrê jî bû 38 lîre û 52 quruş.

Li aliyê din, niha dolerekî Amerîkî derdora 27 lîre û 20 quruşî ye.

Tê pêşbînîkirin ku dolar heta dawiya salê 30 lîreyî derbas bike.

Bêqîmetbûna lireyê Tirkî jî li bazarên navxwe bihabûnên nû bi xwe re tîne û her ku diçe hêza kirînê kêmtir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst