MINBIC- Saziya Zêdekirina Tov 170 ton genim stand

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Minbic Rêveberiya Xweser Saziya Zêdekirina Tov Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zêdekirina Tov 170 ton genimê bikalîte ji cotkaran wegirt.  

Saziya Zêdekirina Tov saziyeke cotkariyê ya Rêveberiya Xweser e.

Sazî bi taybetî li ser başkirina kalîteya tovê genimê çandiniyê kar dike.

Saziya Zêdekirina Tov a Herêma Minbicê dest bi kirîna berhemên cotkaran kiriye.

Saziya Zêdekirina Tov sala 2023yan 121 hezar ton tovê genim ji cotkarên girêbestkar ên Dirbêsiyê, Amûdê, Hesekê, Qamişlo û Til Eloyê wergirtibûn.

Hevserokê Saziya Zêdekirina Tov ê Minbicê Mihemed el-Berho li ser kirîna genim wiha got:

“Niha Saziya Zêdekirina Tov dest bi wergirtina tov ji girêbestkaran kiriye.

Proseya wergirtina tov ji 9ê Hezîranê ve dest pê kiriye.

Heta niha me 170 ton genimê tov wergirtiye. Cûreyên ku me ew wergirtine Şam 9, Rojava 2 û Baran 2 ne.”

Piştî Saziya Zêdekirina Tov berhema genim ji girêbestkaran dikire û pêvajoya ceribandinê dest pê dike.

Eger encama tov erênî be ji aliyê komîte û pisporan ve tê pesendkirin.

“Teqîgeha tov li Reqayê ye”

Li ser pêvajoya ceribandinê jî Mihemed el-Berho wiha axivî:

“Pêvajoya ceribandinê ji aliyê komîteyeke me ya taybet li nava zevî bi xwe çêdibe.

Piştre em nimûneyên tov dişînin taqîgehê li Reqayê.

Piştî du rojan encama taqîkirinê digihê me, dema encam erênî be em tov werdigirin û eger nerênî be em berhemê tov dişînin sayloyên Minbicê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst