Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê li Hewlêrê nûnertiya xwe vedike

16-01-2021
RÛDAW
Nîşan Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê dê li paytexta Herema Kurdistanê bajarê Hewlêrê nûnertiya xwe veke.

Şanda Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) bi Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Hewlêrê li hev kirin ku di sala 2021an de pêşangeheke hevbeş saz bikin û li Hewlêrê nûnertiyekî vekin.

Şanda ku li Herêma Kurdistanê ye, bi Konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, Odey Pîşesazî û Bazirganî ya Hewlêr û Silêmaniyê re hevdîtinan pêk anî.

Konsulê Hewlêre Hakan Karaçay di hevdîtina bi şanda DTSOyê re ya di derbarê xebatên vekirina nûnertiyê de got vekirina nûnertiya DTSOyê dê bibe gaveke giring û di têkiliyên bazirganî de alîkariyeke mezin bide.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Hewlêrê Dr. Dara Celîl Xeyat ragihand ku ew giringiyê didin Amedê û ew amadene ku di hemî karan de bi DTSO re bibin hevpar. Herwiha Xeyat jî diyar kir ku ew bawer dike ku bi vekirina nûnertiya DTSOyê ya li Hewlêrê ew dê di pêşxistina têkiliyên bazirganî yên hevbeş de alîkariyek mezin bide û di vê çarçovê de amade ne piştgiriyên xwe bidin.

Dara Celil Xeyat da zanî kir ku ew amade ne ku her cûre piştgiriyê bidin da ku bi hevre pêşangehên sala 2021an werin organîzekirin.

Di encama civîna ku bi Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê, Serwan Muhammed re hatin kirin de, li ser pêşxistina hevkariyên dualî û weberhênanên hevdu lihevkirine.

Di çarçoveya xebatên pêşangehan de ,serdana Sendîkayên Çandiniyê, Rêveberiyên Parêzgehên Çandiniyê û hwd li parêzgehên Hewlêr, Silêmaniyê û Duhok hatine kirin û ji bo pêşangeha Çandiniyê ya ku di navbera 30ê Adar û 3ê Nîsana 2021an de li Amedê tê li dar xistin hatin vexwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst