Şandeya USIADê li Hewlêrê ye: Armanc 25 milyar dolar in

17-12-2023
RÛDAW
Serokê Lijneya Rêvebiriya USİADê Nevaf Kiliç ji Rûdawê re behsa armanca civînan kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serokê Lijneya Rêvebiriya USİADê Nevaf Kiliç ji Rûdawê re behsa armanca civînan kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan USIAD Nevaf Kiliç Herêma Kurdistanê Tirkiye Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê armanckirin ku qebareya bazirganiya Tirkiyeyê ya bi  Îraq û Herêma Kurdistanê re bigihêje 25 milyar dolaran.

Nêzîkî 20 karsaz û sermayedarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine Hewlêrê û wan bi karsaz û berpirsên Herêma Kurdistanê re çend hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de aliyan hevî kir ku heta sala 2024an qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bigihêje 25 milyar dolaran.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Navdewletî (USİAD) Nevaf Kiliç ji Rûdawê re behsa armanca civînên li Hewlêrê kir:

“Îro em li Hewlêrê bûn û me bi xwe re nêzîkî 20 nûnerên kompanyayên ji sektorên cuda yên ji bajarên cuda anîne. Em dixwazin qebareya bazirganiyê ya di navbera me û cîranên me de bi taybetî bi Îraq û Herêma Kurdistanê re zêde bibe.

Duyem jî em dixwazin karsazên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bikin.

Armanca me ew e ku hevkarî û bazirganiya li gel kompaniyên Hewlêrê zêdetir pêş bixin. Em dixwazin hem bazirganî û hem jî dostaniya me baş be.”

“Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî berî her kesî bi hewara me ve hat”

Nevaf Kiliç da zanîn ku wan îro ziyareta Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û got:

“Weqfê di erdheja 6ê Sibatê de alîkariyeke mezin da mexdûrên erdhejê. Em hem spasiya Serok Barzanî û hem jî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikin. Beriya her kesî bi ambûlans, doktor û makîneyên kar bi hewara me ve hatin.”

Kiliç herwiha diyar kir ku wan îro bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re jî hevdîtin pêk anîne û ew vexwendiye Pêşangeha Avahîsaziyê ya di navbera 11-14ê Kanûna Paşînê de ya li Mêrsînê.

Di heman demê de Kiliç eşkere kir ku di navbera Mêrsîn û Hewlêrê de dê protokolek bê îmzekirin.

Kiliç destnîşan kir ku qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de 11 milyar dolar û di sala 2022an de jî 12 milyar dolar bû û got:

“Ev rêje tenê amarên firotin ne ji bo Herêma Kurdistanê hatine şandin. Bi baweriya min dê îsal ev rêje zêdetir bibe.

Hedefa me ew e ku bi kirîn û firotinê bazirganî 20 milyarî derbas bike. Em hêvî dikin ku di paşerojê de ev rêje bibe 30 milyar û pêş de bibe 40-50 milyar.”

Serokê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Navdewletî Nevaf Kiliç herwiha got:

“Em hêvî dikin di sala bê de qebareya hinardeya Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê ji 15 milyar derbas bibe. Em petrol û kaxizê ji vir hawirde dikin. Em armanc dikin ku qebareya bazirganiyê ya giştî ji 25 mîlyar dolaran zêdetir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst