Bazirganiya Îranê ya bi Herêma Kurdistanê re çi qasî zêde bûye?

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Îraq rawestgeha yekem a serdana Serokkomarê Îranê yê derveyî welat bû.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî civîna bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re 14 peyman îmze kirin.

Di nav mijarên ku rêkeftin li ser hatin kirin de aborî û bazirganî yên herî diyar bûn.

Endamê Odeya Bazirganî ya Hevbeş a Îraq û Îranê Seîd Hemîd Hisên got:

“Di serdanê de dê di navbera Îraq û Îranê de peymaneke giştî ya gumrikê were îmzekirin.

Peyman dê çûnûhatina barhilgiran a di navbera her du welatan de hêsan bike.

Heger rêya transîtê ya Îranê were vekirin, em dikarin kelûpelan bişînin Kuweyt, Sûriye, Urdun û Erebistana Siûdiyê.

Ew dikare di pêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê de bandorek mezin bike.”

Li gorî salnameya darayî ya Îranê, ji meha Adarê heta Tebaxê Îranê bi 4 milyar û 800 milyon dolarên Amerîkî kelûpel hinardeyî Îraqê kiriye.

Li gorî heman dema sala borî ji sedî 29 zêde bûye.

Mehane hinarde bi qasî 260 milyon dolarên Amerîkî bi Herêma Kurdistanê re bûye ku bi giştî dike milyarek û 3 milyon dolarên Amerîkî ku bi vî awayî ji sedî 4 zêde bûye.

Wê yekê jî Îran piştî Tirkiyeyê kiriye duyemîn hevbeşê bazirganiyê yê Îraq û Herêma Kurdistanê.

“Di asteke gelekî baş de ye”

Konsulê Komara Îslamî ya Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdyan li ser bazirganiya Îranê ya bi Herêma Kurdistanê re anî ziman:

“Qebareya bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re di asteke gelekî baş de ye.

Em hêvîdar in baştir bibe û helbet serdana birêz Pizîşkiyan dê bandoreke erênî li pêşxistina pêwendiyan bike.”

Bazirganiya Îran û Herêma Kurdistanê sala 2023yan 2 milyar û 400 milyon dolarên Amerîkî bû.

Armanca ew e ku salane bigihînin 10 milyar dolarên Amerîkî.

Serdana Pizîşkiyan a Herêma Kurdistanê, rengvedana wê armancê ye.

Di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de 7 deriyên sînorî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst