DÎSK-ARê rapora xwe ya derbarê bêkariyê belav kir

12-12-2023
RÛDAW
Nîşan DÎSK-AR Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 143 hezar kes bêkar in.

DÎSK-ARê doh ev rapora xwe ya derbarê bêkariyê belav kir.

Li gorî raporê di nava salekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bêyî bandora demsalî 547 hezar kes li hejmara bêkaran zêde bûye û di Çiriya Pêşîna îsal de gihîştiye 8 milyon 143 hezar kesan.

Ev jî di demekê de ye ku li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê, ew hejmar 2 milyon û 961 hezar kes in.

Wate derdora 5 milyon kesan ferq di navbera amarên TÛÎKê û DÎSK-ARê de heye.

Li gorî raporê, rêjeya bêkariya bêyî bandora demsalî di nav mêran de ji sedî 7 lê heman rêje di nav jinan de ji sedî 11.3 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst